ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Endama Lijneya Giştî ya Têkiliyên Dîplomasiyên TEV-DEM'ê Ayhan Murad têkildarî pêşveçûnên Meclisa Minbicê ya Leşkerî nirxandin kir.
* Bi pêşengiya jinên ciwan dê di 2 yê Tebaxê de li Çiyayê Şengalê bi diruşma "Dibin fikir û ramanên Rêber Apo de xwe rêxistin kirin bersiva fermana ye" meş bê kirin.
* Piştî 3'ê yê Tebaxê jinên Êzidî ji rêxistinbûnê heya parastinê xwe di gelek qadan de pêşxistin. Fermandara hêza parastinê ya jinên Êzidî Hêzda Şengal û Endama Meclisa Jinên Êzidî Nurê Xidir gotin: "Bila dijmin baş bizane ku em êdî zilmê napejirînin" û banga li hemberî hişmendiya mêran rabin serpiyan li jinan kirin.
*Endama Rêveberiya Dadgeha Gel a bajar Nadîn Fewaz derbarê rola jinan di serkeftina şoreşa Rojava de nirxandin kir û got, "Şoreşa Rojavayê Kurdistanê şoreşa jina azad e. Bi jina azad re civakeke azad û wekhev tê avakirin."
*Ayşe Kizildemir a ku li gel zoriyên mezin jî cihê kar vekirî û ji ber wê rastî tindiya mêrên esnaf tê diyar kir ku ewê ticarî gav paşde ne avêje û xwe li hemberî wan biçuk nebîne.
*Zarokên ku herî zêde ji êrîşê qirkirinê yê dewletê bi bandor dibin, piştî qedexeyê tiştên xwe yê herî bi nirx girtin gel xwe û ji bajêr derketin. Yek ji van Osmanê ku Kevokên xwe terk nekiriye û ligel xwe girtiye. Osmanê ku dibêje "Ez bîra Şirnex û Kevokên xwe dikim. Kevokên min her roj ber bi çiyayê Cudî ve difiriyan."