'Her diçe Minbic û jin azad dibin'
09:01
Jînda Azad/JINHA
TIL TEMIR- Endama Lijneya Giştî ya Têkiliyên Dîplomasiyên TEV-DEM'ê Ayhan Murad têkildarî pêşveçûnên Meclisa Minbicê ya Leşkerî nirxandin kir.
Endama Lijneya Giştî ya Têkiliyên Dîplomasiyên TEV-DEM'ê Ayhan Murad pêşveçûnên Hamleya Şehîd û Fermandar Feysel Ebû Leyla ku di 1'ê Hezîranê de ji bo rizgarkirina Minbicê û gundewarên wê hatibû destpêkirin, nirxand.
Ayhan ji bo giringiya rizgarkirina Minbicê wiha got: "Hemleya Fermandar Feysel Ebû Leyla heya niha gelek destkeftî bidestxistine. Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê gelek gundên Minbicê û sivîlên wê herêmê ji destê çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kirine. Bi rizgarkirina gundewarên Minbicê re roj bi roj azadkirina sivîlan jî zêde dibe. Ev jî hêdî hêdî hêvî û aramiyekê li cem gel dide avakirin."
'Em ê rêya têkoşînê bidomînin û gelê xwe biparêzin'
Ayhan li Rojava kiryarên çeteyên DAÎŞ’ê jî wiha anî ziman: "Gelek hêz dixwazin Hamleya Fermandar Feysel Ebû Leyla di nava gel de reş bikin, lê her ku diçe rastiya van kesan jî eşkere dibe. Armanca wan ew e ku rê li ber aramiya herêmê bigirin û tevlîheviyan di nava gel de çêbikin. Dewleta Tirkiyê û hevkarên wê jî vê siyaseta qirêj didin meşandin, dixwazin rê li ber çareseriya pirsgirêkên heyî bi temamî bigirin. Lê çiqas tevlîheviyên bi vî rengî çêbibin jî, her em ê rêya têkoşînê bidomînin û gelê xwe ji van êrîşan biparêzên."
'Divê hemû gel bi hev re xweseriya xwe biparêzin'
Ayhan da zanîn ku parastina pergala xweseriyê mafê hemu welatiyane û wiha dom kir: "Wekî ku her kes dizane Meclisa Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê nîqaşkirina hevpeymana civakî bidawî kiriye. Ji xwe ez dibînim ku çareseriya herî baş ji bo çareserkirina piraniya pirsgirêkên heyî Sîstema Federalî ye. Pêwîste her kes li mafê xwe xwedî derkeve. Ev sîstem dê mafê hemû gelan di nava xwe de bihewîne. Ji bo wê erka me ya sereke ew e ku em hemû gel bi hev re destekê bidin hev û xweseriya xwe biparêzin."
(hs/zt)