'Em jinên ciwan emê pêşengiya meşa ciwanan bikin'

09:02

JINHA

ŞENGAL - Bi pêşengiya jinên ciwan dê di 2 yê Tebaxê de li Çiyayê Şengalê bi diruşma "Dibin fikir û ramanên Rêber Apo de xwe rêxistin kirin bersiva fermana ye" meş bê kirin.

Meclisa Ciwanên Şingalê bi pêşengiya jinên ciwan amadekariya meşek ji bo şermezarkirina komkujiya 3'ê yê Tebaxê dikin. Ciwana bang li hemû keç û xortên Êzidîxanê kirin ku di 2 yê Tebaxê de li Çiyayê Şingalê amadebin ji bo şermezarkirina bêdengiya mirovahiyê li hember karaseta Şengalê dengê xwe bilind bikin. Endama komîteya amadekarî ya meşa 3'ê yê Tebaxê û Endama Meclisa Ciwanên Şingalê Meles Xelîl di derbarê meşa ciwanan de nirxandin kir û agahiyên heyî par kir.

Meles da zanîn ku ew ê weke ciwanên Êzidî bi meşekê komkujiyê şermezar bikin û wiha axivî: "Weke ku tê zanîn 2. salvegera fermana Şingalê ya 3'ê yê Tebaxê nêzik dibe. Ev roja reş a ser gelê Êzidî de hati bi sedema xiyanetêbû. Ji ber wê yekê em dikarin vê rojê wek roja xiyanta mezin binavbikin. Gelê me bifermanekê re bitinekirina olekê re rû bi rû ma û bê parastin hate hiştin. Lê divê fermanê de yê ku destek dayî miletê Êzidî hêzên gerîlabûn, mirovekî xwedî wijdan be ticarî vê ya ji bîr nake. Ruxmî vê fermana giran jî lê gelê me ticarî ji çiyayên xwe qutnebûn û li ser piya ma. Di nava van her dû salan de gelê Êzidî xwe birêxistin kir û hêza xwe ya leşkeri YBŞ û YJŞ avakir. Meclisa Avaker a Êzidiyên Şingalê jî wek vîna xweser ya gelê Şingalê tê dîtin. Jin jî di her alî de cihgirtiye û rolek mezin girtiye."

Meles wiha berdewam kir: "Armanca DAIŞ'ê jî ewbû ku ola Êzidiyatiyê tine bike û miletê me ji baweriya wan dûr bixe. Lê gelê me xwe dîvînek mezine û ticarî jî baweriya Êzdiyatiyê tine nabê. Her çend ferman jî hatine serê gelê me lê her tim xwe parastiye û ji çanda xwe dûr neketiye. Ev rêxistinkirina gelê me ewê rê li pêşiya fermanan bigire. 2. salvegera fermana 3'ê Tebaxê nêzîkbuye û hin jî dayik û xuşkên me di destê çeteyên DAIŞ'ê de ne û li bazaran tên firotin. Lê mixabin mirovahî ker û kor buye û hin jî ev nedîtiye. Em dikarin bêjin sed sala 21'an bû paşketina wijdanê mirovahiyê.

Meles bilêv kir ku weke komita amadekariya meşê madekariyên wan qediyane, diruşmên wan amadene û wiha dom kir: "Me ewqas êş kişand û hin jî em dikşînin. Azadiya Şengalê, rizgarkirina êsîrên deste DAIŞ'ê de ancax bitevlîbûna ciwanan re misoger dibe. Ji bo vê jî divê ciwanên Êzîdî yên li her deverên cîhanê were beşdarî berxwedaniya Êzîdxanê bibin. Em weke Ciwanên Şingalê amadekariya 2. salvegera fermana 3'ê yê Tebaxê dikin. Em ê meşek girseyî bipêşengiya jinên ciwan ji bajarokê Xanesorê despêbikin. Ew ê Ciwanên Kampa Neroz a Rojava jî werin û bi silogana 'Dibin fikir û ramanên Rêber Apo de xwe rêxistin kirin bersiva fermana ye' hetanî çiyayê Şingalê em ê bimeşin û li wir jî em ê bidaxuyaniyekê maşa xwe dawîbikin."

Meles bang li hemû ciwanan kir ku wê rojê li Şingalê amade bin û wiha dom kir: "Werin em wê rojê bi hev re tevlî meşê bibin da ku em karibin li dayik û xuşkên me yên di destê DAIŞ'ê de xwedî derkevin."

(kom/zt)