'Şoreşa Rojavayê Kurdistanê şoreşa jina azad e'
09:06
Sorgul Şêxo/JINHA
TIL TEMIR- Endama Rêveberiya Dadgeha Gel a bajar Nadîn Fewaz derbarê rola jinan di serkeftina şoreşa Rojava de nirxandin kir û got, "Şoreşa Rojavayê Kurdistanê şoreşa jina azad e. Bi jina azad re civakeke azad û wekhev tê avakirin."
Jinan di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de roleke xwe ya giring lîstin. Di gelek ciyan de gavên serkeftinê avêtin û li tevahî cîhanê deng vedane. Di vê derbarê de Endama Rêveberiya Dadgeha Gel a bajarê Til Temir Nadîn Fewaz nirxandin kir. Nadînê diyar kir ku her şoreşek bi armancek tê lidarxistin û armanca şoreşa Rojava jî ew e ku gel mafê xwe bidest bixîne û wiha pê de çû: "Şoreşa Rojavayê Kurdistanê li dijî zilm û zordariya rêjîma Baas a bi dehê salan e. Her wiha ev şoreş bi armanca bidawîkirina hişmendiya zilamê desthilatdar hate destpêkirin. Ev hişmendiya ku herî zêde li ser jinan dihate û hîn tê meşandin bandora xwe li ser tevahî civakê dike. Ji bo wê pêwîstî hate dîtin ku êdî divê li beramberî vê hişmendiyê bilez gavên mezin werin avêtin. Bi şoreşa Rojava re jî her kes bi pêşengtiya jinan ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk ketin nava liv û tevgerê. Jinan bi felsefeya Rêber Apo dest bi têkoşînê kirin û di hemû warên jiyanê de serkeftinên mezin qezenc kirin."
'Gel bi pêşengiya jinan di warê perwerdê de gavên mezin avêtin'
Nadînê bandora şoreşa Rojava û têkoşîna jinê di pêşxistina zimanê dayîkê de jî wiha nirxand, "Beriya şoreşa Rojava gelê Kurd ji mafên xwe bêpar mabûn, ziman jî yek ji mafên ku li ser gelê kurd hatibû qedexekirin. Lê wekî ku jinan di hemû waran de mafê xwe bi têkoşîn û vîna xwe careke din bidestxistine, di aliyê ziman de jî gavên berbiçav avêtine. Hemû polîtîkayên dewletê desthilatdar di qirkirina çanda kurd vala derxistin. Êdî gel bi pêşengtiya jinan di hemû hêlan perwerdeyê de gavên mezin avêtin. Mînak Navenda Zanist û Perwerdekirina Jinan a bajarê Til Temir heya niha gelek pirsgirêkin jinan çareser kirine û jin jî perwerde kirine. Navenda Kongra Star jî bi vî rengiye jinan perwerde dike. Komîn ava kirin û bi perwerdeyan hişmendiya civakê ya şaş sererast dike."
Her wiha Nadînê qala xebatê jinan di nava şaredariyan kir û wiha got: "Jinan di nava şoreşa Rojava de kar û xebatên Şaredariyên Gel jî dane meşandin. Tê de ji bo paqijîya welatê xwe ketin nava liv û tevgerê, ji bo ku rengê jiyanê û xweşikbûna wê vegerîne dest bi kar û xebatê kiriye. Bi vî rengî Dadgeha Gel jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakê bi pêşengtiya jinan xebateke girîng di nava civakê de daye meşandin."
'Jinên Rojava ne tenê ji bo azadiya jinên kurd ji bo tevahî jinan têkoşîn da meşandin'
Nadînê balkişand ser rola jinê di milê leşkerî de jî û dirêjî da gotina xwe, "Jinê di warê leşkerî de jî, bi vîn û hêza xwe serkeftinên mezin bidest xistin. Têkoşîneke mezin ji bo rizgarkirina tevahî jinan ji zilm û hişmendiya zilamê desthilatdar da û dide meşandin. Jin di eniyên herî pêş de cih girt û destanên dîrokî nivîsandin. Jinan bi felsefeya Rêber Apo ne tenê ji bo azadiya jina kurd, ji bo hemû jinan têkoşîneke bê hempa didin meşandin. Em hêvî dikin ku hemû jin bi vî fikirê azad civakeke azad ava bikin û şoreşa Rojava bi wateya wê rastî jî ku şoreşa jinê ye bighînin astên serkeftina bêdawî."
(hs/rc)