Ji Nasrayan heya Bêrîvanan jinên Êzidî li ber xwe didin (3) - DOSYA

09:07
DOSYA" class="social-twitter">

'Bila baş bizanin ku em êdî zilmê na pejirînin'

Îlham Hecî- Xensê Xidir/JINHA

ŞENGAL - Piştî 3'ê yê Tebaxê jinên Êzidî ji rêxistinbûnê heya parastinê xwe di gelek qadan de pêşxistin. Fermandara hêza parastinê ya jinên Êzidî Hêzda Şengal û Endama Meclisa Jinên Êzidî Nurê Xidir gotin: "Bila dijmin baş bizane ku em êdî zilmê napejirînin" û banga li hemberî hişmendiya mêran rabin serpiyan li jinan kirin.

Piştî êrîşên DAIŞ'ê ser Şengalê jinên Êzidî din ava yekîneyên parastina cewherî de cih girtin û soza tolhildana gelê Êzidî û jinên Êzidî dan. Jinên ku her roja diçe jimara wan di nava refên parastinê de zêde dibin di eniyên pêş de li hember çeteyan şer dikin. Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ê di 13-14'ê Sibatê de li Çiyayê Şengalê yekem konferansa xwe çêkirin. Di vê konferansê de alaya xwe jî diyar kirin. Dema ku alaya azadiya jinên Êzidî li çiyayê Şengalê li badibû me jî li gel Fermandara YJŞ'ê Hêzda Şengal hem girêdayî komkujiya 3'ê yê Tebaxê hem jî asta ku jinên Êzidî gihanê gotûbêj kir.

'Bi têkoşînê baweriya me zêdebû'

Hêzda da zanîn ku beriya fermanê jinên Êzidî weke kole dihatin dîtin û ti mafê wan nebû û wiha domand: "Jina Êzidî berî fermanê her kolebû û bêmaf di hat dîtin. Ew derfet ne didanê wek jin li pêşeroja xwe bifikire. Piştî ev rêxistin hatî avakirin nû me rastiya xwe naskir, me dost û dijminê xwe ji hev naskirin."

Hêzda da zanîn ku bi naskirina rêxistinê ew ketine ferqa hêzbûn û vîna xwe de û wiha domand: "Bi hezaran salin dijmin bi me dilîze û fikra qapîtalîzmê di mede avakiribû. Em ketin wê ferqê ku hêdî hêdî me ji Ola me dûrdixin, dixwestin me ji rastiya me dûrbikin. Piştî em tevlî rêxistinêbûyin, em bixwebawerbûn û him me îrada xwe naskir. Di vî millî de pêşketinên pir mezin çêbûn. Me pêwîstî dît ku jin pêwîste rabin ser xwe, xwe rêvebibin, perwerde bikin, bi kevin ferqa pêşketinan û bibin bersiva fermanan. Heger jin bikeve nav rêxistinê, mafê xwe dibîne, mafê wê her tiştî heye, di civakê de ev mafnebû,lê niha mafê me yê pêşketinê heye."

'Em dixwazin tola fermana 74'an rakin'

Hêzda ji bo giringiya avabûna YJŞ'ê ji bo jinên Êzidî jî wiha axivî: "YJŞ li ser bingehê bersivdayina fermanê hat avakirin. Destpêkê hîn YJŞ baş nehatibû nasîn, tevlîbûn kêmbû, lê niha her roj keçên Êzidî piştîrastiya xwe naskirin tevlî dibin, pêngavên mezin tên avîtin. Piştî ku me rastiya xwe naskir, me pêwîstî birêxistinek wek YJŞ'ê dît. Pêwîstiya me hîn jî birêxstinê heye. Parastina gel û taybet jin li ser milê YJŞ'ê ye. Niha jî divê YJŞ mezinbibe. YJŞ wek gulekê ji nû ve di nav miletê me de vebû. YJŞ li gorî pêwîstiyên Milet xwe hazir dike û her hazire jî. 74 ferman hatin ser miletê Êzidî kes nizane çawabû û kes nebû bersiv, em dixwazin tola wan hilînin. Heya ku keç û jinek me di destê DAIŞ'ê de heye em ê tekoşînê bikin. Pêwîste gelê me ha jî xwe hebe, yêkû şeref û namûsa wan firotî, xwe bi wî ve ne sipêrin, lê hin jî li kêleka wan hene. Ez yên wisa Êzidî nabînim. Êzidî ew e ku xwedî namus û şerefa xwe derdikeve û bo vê têkoşîn dike."

Hêzda bang li hemû jinan kir ku xwe birêxistin bikin û wiha berdewam kir: "Banga me ji bo hemî miletê Êzidî teybet keçên ciwan heye ku xwe perwerde bikin, ji bo bikarin pêşî li fermana bigrin, da ku carekdin ferman neyê serê wan. Ew qas ferman û komkujî hatin serê me, me ji xwe fêhimnekir, bila em ji niha û şonde ji xwe fêhimbikin û bi xwebawer tevbigerin."

'Em êdî zilmê na pejirînin'

Endama Meclisa jinên Êzidî ya Şengalê Nûrê Xidir di derbarê asta jinên Êzidî gihanê de wiha axivî: Piştî ferman bi ser mede hatî êşa herî zehmet jinê kişand. Me ev yek qebûl nekir û me xwe rêxistin kir. Despêkê rewşa şer bû, berî her tiştî me perwerda silehê dît, ji bo heger tiştek çêbû em bikarin li ber xwe bi sekinin. Piştî wê me perwerde îdolojîk û ziman jî dît, heger ev keç û jinê me di destê DAIŞ'ê de bizanibiyana xwe biparastana encamekî wisa giran jiyan nedibû. Em hêdî hêdî ketin nav kar û xebat, wek Meclisa ciwana, Ragihandin, PADÊ, YJŞ, Mamoste, û Meclisa Avker ya Êzidiyên Şengalê de cih girtin. Me di 29'ê Tîrmeha sala 2015'an de Meclisa jinan avakir, wek bersiv dayinek li hember fermanê. Ji bo dijmin baş bizane em zilim û zorê li ser xwe qebûl nakin."

Nûrê ji bo xebatên meclisa jinan jî wiha got: "Nîha em wek dewreyên perwerdeya zimanê dayikê didin jinan. Gelek dayik û keçên me bi zimanê xwe nikare binivisîne. Em dibêjin zimanê dayikê çanda mirov e. wek Meclîs giringiya ziman û xwedî derketin bo me esas e. Em dewreyên zimanê Kurdî berdewam dikin. Hin kesên ku nîzanin sîleh bişuxulînin em dem dem perwerdeya xwe parastinê didin. Cardin miletê me vedigere welatê xwe em gor derfetên xwe alîkariya wan dikin. Ji bo Jinên Êzîdî di qada navnetewî de were naskirin û dengê xwe bigehêne herkesî em hewil didin ku xebatên dîplomasiya jinên Êzîdî pêşbixin. Me par konferansê xwe berî salvegera fermanê kiribû. Ev wek bersivek bû ji bo dijminan. Vir şunda jî bi xebat û rêxistinbûna xwe xurt kirinê emê dijminê xwe têk bibin. Li hember pergala ku dixwaze jinê bixe emê têkoşîna xwe bilind bikin.

Tevî hemû zor û zehmetiyan, li ber serma Zivistanê û germa Havînê di bin çadiran de em perwerda xwe di bînîn. Salvegera 3'ê yê Tebaxê nêz dibe, ji bo me rojeke reş û pir giran e. ji ber ku nêzbûye herkes sist û ne rehete, destê wan li karê wan nager e. Banga min ji bo hemû jinan, rabin ser xwe û neheqiyê qebûl nekin, çi ji destê wan hat ji bo jinan bikin. Cardin divê hemu jinên cîhanê di roja 3'ê yê Tebaxê de çalakiyan lidarbixin da ku em wek jin dil û can bibin yek û desthilatdariya zilam bişkînin. 3'ê yê Tebaxê destdirêjiyekî li hember hemu nirxên jinan bû. Bo vê jî divê hemu jinên cihanê xwedî li têkoşîna jinên Êzîdî derbikevin."
Sibê: Jinên koçberbûne li Qada Fidanlikê ya Amedê bicîhbûne 3'ê yê Tebaxê dinirxînin

(zt)