'Heta em cenazeyê Eylemê negirin wê têkoşîna me bidome’
10:14
JINHA
DÊRSÎM –Gaziya Pirsûsê Endama Meclîsa Partiya ESP’ê Îlke Başak Baydar diyar kir ku wan çawa cenazeyê Azîz Guler bi têkoşîn û rihê yekbûyî girtine wê cenazeyê Eylem Ataşê jî bi heman rihê bigirin û got: “Heta em cenazeyê Eylem Ataşê neynin ser xaka ku lê hatiye dinê , wê têkoşîna me bidome.”
Şervana BOG’ê Eylem Ataş (Cemre Heval) di pêngava azadkirina Mînbîcê de di pevçûna li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da û ji 27’ê Hezîranê heta niha cenaze nedane malbatê. Ji bo girtina cenazeya Eylemê serlêdan ji bo Qeymeqamtiya Pirûsê hat kirin û b hincetên cûda şûnde hatin vegerandin. Gaziya Pirsûsê Endama Meclîsa Partiya ESP’ê Îlke Başak Baydar balkişand ser berxwedana dîrokî ya Rojava û got: “Şehîdên me yên ku canê xwe dan berxwedana azadî û rûmetê hene. Piraniya cenazeyên van şehîdên me hîna nehatine. Cenaze hîna li sînor tên payî. Nedayîna cenazeyan îşkenceya li malbatane. Ev polîtîkayên çewisandinê ne. Ev kevneşopî hîna berdewam dike.”
'Emê cenazeya Eylemê bigirin’
Îlkeyê got ev 34 rojin cenazeya Eylemê li sînor tê sekinandin û got wê bi rih û têkoşîna yekbûyî cenazeyê bigirin û ev tişt anîn ziman: “Eylem Ataş li ser vê xakê hat dinê. Lê destur nadin bibin ser xaka wê. Ev di heman demê de hewldana têkbirina têkoşîn û bedena jinê ye. Em vê niha baş dibînin.Me çawa cenazeya Azîz Guler bi rihê yekbûyî girt emê ya Eylem Ataşê jî wisa bigirin. Emê vê bi têkoşîna mîlîtan a yekbûna jinan bigirin.”
'Emê dest ji têkoşîna xwe bernedin’
Îlkeyê diyar kir ku wê têkoşîna şervanên şoreşê bidomînin û got: “Her ku pêvajoya şer tûnd bibe wê îşkenceya dewletê ya li ser cenazeyan zêde bibe. duh çawa êrîşê şehîdgehê me kirin îro li dijî cenazeyên me helwesta wan didome. heta em cenazeyên hevalên xwe neynin ser van xakan wê têkoşîna me bidome.”
(mm-bc/hu)