Wê Foruma Civakî Jinan a Rêveberiyên Herêmî pêk bê

10:58

Bêrîtan Elyakut/JINHA

AMED – Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanakê diyar kir ku di rojên pêş de wê Foruma Civakî ya Jinan a Rêveriyên Herêmî pêk bînin û got: “Em xwe ji bo forumeke civakî ya 3 rojan dikin. Wê ji şaredairyên endamên GAB’ê bi xebatên xwe yên jinan beşdar bibin. Standên xwe vebikin û di hinek mijaran de nîqaş bêkirin. Di encama nîqaşên me de emê dîroka forumê aşkera bikin.”

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di 2 salên dawî de îmze avêt xebatên girînge. Di 2 salên dawî de Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan, Xeta Lezgîn a Şîdeta li Dijî Jinan, Navenda Pêşxistina Îstîhdama Jinê (KÎGEM), Borsayên Bajar temem bûn û ketin jiyanê. Hevşaredar Gultan Kişanakê têkildarî projeyên xwe de axivî û got xebatên têkildarî jinan de wê li qadên cuda yên jiyanê belav bikin û got: “Xebatên jinan bi giştî bi ‘pêşîgirtina şîdeta li ser jinan’ sînor maye.Ji bo pêşî li şîdeta li ser jinê bê girtin divê jin bên xurtkirin. Ji bo jin aktîf beşdarî jiyanê bibin û jin çawa dikare bê xurtkirin, hedefên me hene.”

'Me îstasyona pêngava yekem ava kir’

Gultanê diyar kir ku ji bo jin bi awayekî xurt beşdarî jiyanê bibe û debara xwe bike xebatan dimeşînin û got ji bo zêdetirkirina îstîhdama jinê divê perwerdehiyên cuda bên dayîn û got: “Her wiha divê asta hişmendiya jinê bê zêdekirin. Di vê mijarê de me perwerde dan. Me ev xebat tenê bi jinên bajar sînor nekir, me li gundan jî pêk anîn. Me xebatên xwe li ser sê esasan pêk anîn. Ev ; pêşîgirtina şîdeta li ser jinê, perwerdehiyên ku jin aktîf tevlî jiyana aboriyê bibin û perwerdehiyên ku herêmên bejayî jî dihundirîne yên perwerdehiya hişmendiya zayendê. Stargeha di bin bana Şaredariyê de bû. Lê vê têr nedikir. Li ser vê me
‘îstasyona pêngava yekem’ ava kir.”

Gultanê di berdewamiyê de got jinên mexdurên şîdetê di warê xwe gîhandinê de pirsgirêk dijiyan û anî ziman ku bi armanca ku vê pirsgirêkê ji holê rabikin ‘Xeta Piştgiriya Lezgîna li Dijî Şîdeta li Ser Jinê’ ava kirine. Gultanê bi lêv kir ku bi xeta ku ava kirine jinan bi hêsanê xwe gîhandinê û got kesê li wan geriyane, ew bixwe çûne cem wan.

'Me ekîba bilindkirina hişmendiyê ava kir’

Gultanê destnîşan kir ku di nokteya hişmendîkirina jinê de saziyên jinan xebatên ‘hişmendîkirinê’ meşandine û got divê jin bêjin ‘na’ û ji ber vê sedemê divê xebat bên xurtkirin. Gultanê bi lêv kir ku gelek jin ji ber bêçaretî û tenitiyê serî li şîdetê ditewînin û ji bo pêşî li van bê girtin me perwerdehiyên bilindkirina hişmendiyê dan destpêkirin. Gultanê wiha got: “Ji bo em xwe bigihînin jinên gund me ekîba gerok ava kir. Vê ekîbê xwe gîhand hezar jinî. Her wiha me li Hênê, Çermîkê navenda jinan av akir. Li Çinguşê jî navendek ji bo jinan hat avakirin.”

'Me Navenda Îstîhdama Jinê ava kir’

Gultanê axaftina xwe wiha berdewam kir: “ Ji bo jin bi awayekî xurt beşdarî aboriyê bibe me xebat meşand. Ji ber îstîhdama jinan tine, dibe sedema şîdetê jî. Di qada aborî de me bi giştî kursên pîşeyî dan. Em piştevaniya jinê rêxistin dikin û hewl didin li dora koperatîfekê bên cem hev. Yên di karkeriya çandî de herî zêde mexdur dibûn jin bûn. Ji bre vê me girîngî da hilberîna bejahiyê. Me li navçe û navendan bîstanên bajar avakirin. Me di bin bana şaredariyê de ‘Navenda Pêşxistina Îstîhdama Jinê’ avakir. Ji bo jin bar ji xwe re bibînin gelek baş bû. her wiha ji bo jin tevlî jiyana xebatê bibe, pêkanîna ‘ala mor’ hat detpêkirin. Me xebata ajokarên jin pêk anî.

‘Wê Forumeke Civakî ya Jinan pêk bê’

Gultan diyar kir ku di rojên pêş de wê Foruma Civakî ya Jinan a Rêveriyên Herêmî pêk bînin û got: “Em xwe ji bo forumeke civakî ya 3 rojan dikin. Wê ji şaredairyên endamên GAB’ê bi xebatên xwe yên jinan beşdar bibin. Standên xwe vebikin û di hinek mijaran de nîqaş bêkirin. Di encama nîqaşên me de emê dîroka forumê aşkera bikin.”

(şa\hu)