Li Şakranê gardiyanan îşkence li 10 girtiyen jin kirin!

11:31

JINHA

ÎZMÎR- Li girtîgeha jinan a Şakranê 10 girtiyên jin ber mafê wan yên sohbetê hatiye astengkirin û fezkirina GBT’ê li kesên hatine hevdîtina wan kirin, çalakî pêk anîn û ji aliyê gardiyanan ve rastî îşkenceyê hatin.

Piştî OHAL’ê binpêkirina mafan ya li ser girtiyan zêde dibe. Li girtîgeha Şakranê 10 girtiyên jin ber mafê wan yên sohbetê hatiye astengkirin û fezkirina GBT’ê li kesên hatine hevdîtina wan kirin, çalakî pêk anîn û ji aliyê gardiyanan ve rastî îşkenceyê hatin.

Li gorî nûçeya di DÎHA’yê de cih girtiye, parêzerên ji Komîsyona Girtîgehê ya Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) diyar kirin ku gardiyanan êrîşî girtiyên ku çalakî pêk anîne kirine û wiha axivî: "Sevda Kurban, Fatma Alan, Fîlîz Gencer, Sevgî Saymaz, Gamze Eroglu di êrîşê de birîndar bûne. Ew avêtine erdê û bi pehînan êrîşî wan kirine. Nêzî 10 gardiyan tevlî êrîşê bûne."

Parêzeran bilêv kir ku di hevdîtina bi Sevda Kurban re kirine de li bedena wê şopên îşkenceyê dîtine û ji jinên birîndar bûne tenê Sevgî Saymaz û Sevda Kurban derxistine revîrê yên din nehatine derxistin. Parêzeran destnîşan kir ku Sevda Kurban li revîrê rastî îşkenceyê hatiye û ji porê girtine ji erdê hatiye kaşkirin bi vî rengî birine qawişê ev yek bi fermana 2'yemîn Midûrê Girtîgehê Mehmet Davarcioglu pêk hatiye.
Parêzeran got ku ew vî îşkenceya li dijî girtiyan qebûl nakin û divê gardiyanên ku îşkence li girtiyan kirine ji peywir bên durxistin, midûrê ku fermana îşkenceyê daye divê peywir bê durxistin.

(ekîp\hu)