Di wesayîta ku leşkeran gulebaran kirî de kesek jiyana xwe ji dest da
11:37
JINHA
DERSIM - Mesut Îlkbahar ê ku bavê xwe ji gundê Pakîre ya Xozatê ji bo îmze bavêje dibir Qereqola Cendirmeyan a Dalorenê ji aliyê leşkeran ve hatin gulebarankirin û Mesut Îlkbahar jiyana xwe ji dest da. Piştî bûyerê leşkeran bûyer xwestin wekî pevçûnê nîşan bidin.
Welatiyê bi navê Alîşan Îlkbahar ê ku di çarçoveya şerta kontrola edlî de hatibû berdan û ji bo îmze bavêje ji gundê Pakîre ya novçeya Xozatê ya Dersimê bi kurê xwe re di wesayîtê de hate gulebarankirin. Di encama gulebaranê de kurê Alîşan, Mesut Îlkbahar ji zikê xwe bi giranî birîndar bû. Ciwanê birîndar ewil birin Xozatê piştre jî birin Nexweşxaneya Dewletê ya Dersimê. Mesut li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Alîşan Îlkbahar jî demeke li qereqolê hate girtin û piştre hate berdan. Alîşan têkîldarî mijarê wiha got: "Der barê min de dozek hatibû vekirin û ez ji bo îmzeyê diçûm qereqolê. Dema ku em nêzî qereqolê bûn 3-4 gule li wesayîtê ket. Kurê min ji wesayîtê peya bû, destên xwe rakir û pişt re got ez birîndar bûm."
Hate hînbûn ku piştî êrîşê leşkerên qereqolê xwestine bûyerê wekî pevçûnê nîşan bidin û derûdor rasterast gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de li çoltera gundê Xoşanê şewat derket. Hate hînbûn ku serê sibehê jî helîkopterekî leşkerî daketiye qereqolê û piştî demeke rabûye.
(rc)