Şadiha OHAL’ê: Ji ber zextan me nekarî li miriyê xwe jî bigerin

11:52

Pîroz Zirig / JINHA

DÎLOK – Yek ji şahidên OHAL ya ku li Kurdistanê bi salan berdewam dike, Zeynep Kaygusuz, zext, îşkence û zilma ku dîtibû vegot. Zeynep k udi dema OHAL’ê de li navçeya Eruh a Sêrtê li gundê Bîrgullu dijiya, diyar kir ku gundî li qadan dihatin tazîkirin û mirov 3 rojan li dîrekên elektîrîkê bê nan û av dihatin daliqandin.

Zeynep Kaygusuzê îşkenceya ji sala 1987’an heta 1994’an li Sêrtê jiyaye vegot. Zeynebê pêvajoya OHAL’ê wiha vegot: “Em di dema OHAL’ê de li gund rudiniştin. Du zarokên min hebûn. Ez 22 salî bûm. Wê demê agahiya me ji tiştekî çênedibû. Li der karê me hebûya me hel dikir û em dihatin malên xwe. Me digot belkî li her derê cîhanê rewş wisa ye. dema pevçûn hebûna leşkeran 7 rojan nedihişt em ji malên xwe derkevin.

Ji ber zextên leşkeran me nedikarî tiriyên xwe jî berhev bikin. Rezên me pir bûn. Me nedikarî têr tirî bidin zarokên xwe. Baxçeyên me hebûn. Em nekarî biçin baxçeyên xwe. Her tim zext li ser me hebûn. Digotin bibin cerdevan. Me jî nedixwest.”

‘Bê sedem mirov dikuştin’

Zeynebê got ji ber zext û polîtîkaya cerdevaniyê nekaribûn li cenazeyên xizmên xwe yên bi kuştinên kiryar nediyar dihatin kuştin jî bigerin û wiha got: “ 22 gund li dora gundê me hebûn. Piranî gund bûn cerdevan. Wê demê mirov bê sedem dihatin kuştin. Wê demê OHAL hebû. Ne dizanî OHAL çiye. Wê demê ji ber tirsê me nedikarî li cenazeyên xwe bigerin.”

'Gel rastî îşkenceya tazî hatin’

Zeynebê wiha berdewam kir: “Dema pevçûnek di navbera PKK û leşkeran de hebûna, li gundiyan îşkece dikirin. Ji gundan her kes berhev dikirin û tazî dikirin, îşkence lê dikirin. Tî û birçî bi dîregan ve didaliqandin. Sê rona wisa diman. Me gelek kes wisa bi çavên xwe dîtin.”

Zeynebê di dawiya axaftina xwe de got ji ber fezkirina cerdevaniyê û zextan koçî Dîlokê kirine û got her tiştê, mal û sewalên xwe cih de hiştine û di 1994’an de koçî Dîlokê kirine.”

(pz/hu)