KJK: Hilweşandina sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê tê wateya avakirina jiyana azad
12:42
JINHA
BEHDÎNAN - KJK'ê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan banga têkoşînê kir û got, "Divê sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê bê hilweşandin. Têkoşîna herî mezin a xweparastinê, berxwedana tinekirina sîstema şantaj, gef û îşkenceya li Îmraliyê ye."
Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK), bi wesîleya 2'ê Tebaxê Cejna Gulê, ku ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hat destnîşankirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de 2'ê Tebaxê li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, hemû gel û jinan hat pîrozkirin û hat gotin, "Em hemû hevrêyên xwe yên bi dilsoziyeke mezin û ruhê fedayî di pêvajoya vekişîna ji Bakur ber bi Başûrê Kurdistanê ya 2'ê Tebaxa 1999'an de şehîd ketin û hemû şehîdên me bi minetdarî bibîr tînin û soza dilsoziya bi bîranînên wan re dubare dikin."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, 2'ê Tebaxê roja destpêkirina pêvajoyeke nû ya têkoşînê ye, ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd xwe dispêre parastina rewa û hat gotin, "Têkoşîna avakirina jiyana azad û rizgariya demokratîk a îro bi berxwedana xwerêveberiyê hatiye xurtkirin, asta vê gava dîrokî xwe gihandiye, nîşan dide. Berxwedana xwe dispêre xwehêz, xweparastin, xwerêveberî û xwevînê ya bi pêşengiya tevgera me li çar aliyên Kurdistanê bi taybetî li Bakurê Kurdistanê hatiye bilindkirin, li ser rastiyeke bi vî rengî ya bi 2'ê Tebaxê re şênber bûye, mezin bûye. Lewma 2'ê Tebaxê cejneke ji her demê bêhtir watedar e, rojeke têkoşînê ye.
'Cejna Gulê' ya di 2'ê Tebaxa 1999'an de hat ragihandin, tevî ku ji bo çareseriya demokratîk e, di esasê xwe de mafê xweparastinê nîşan dide. Mafê parastinê mafekî pîroz e, ku her gel, her koma civakî xwedî vî mafî ye. Sedema hebûnê û şêweya jiyanê ye. Lewma hebûn bi mafê parastinê ve girêdayî ye û bi xweparastinê ve watedar dibe. Ev rastiya qanûneke gerdûnî ye, Rêber Apo di mînaka gulê de bi vî rengî vegot: 'Eger gule ji bo parastina wê bedewiya xwe pêwîstiyê pê dibîne ku hemû guliyên xwe bike strî, wê demê ji bo parastina jiyana mirovên azad, ku hêza xwe ya wateyê di asteke bêdawî de bedew e, şer jî divê. Eger mirov vê hewldana gulê ya xweparastina bi striyan binirxînin, wê demê ji bo vê paradîgmaya demokratîk otorîte dixwazim bêjim 'teoriya gulê'.
Di vê demê de, ku gelê Kurd bi pêşengiya Tevgera Azadiyê jiyana azad a xwe dispêre xwerêveberiyê ava dike, bicihanîna 'teoriya gulê' ya ji aliyê Rêber Apo ve hat afirandin, ji her demê bêhtir girîng û pêwîst e. Ji dewleta AKP'ê hebû ku bi polîtîkayên qirkirinê wê karibe berxwedana xwerêveberiyê ya gelê me bişikîne, lê ew bi xwe şikest. Mekanîzmaya darbe-dij darbe ya di rojên dawî de rû da, encama têkoşîna şerê li Kurdistanê ye."
Koordînasyona KJK'ê nerazîbûneke tund nîşanî tecrîda li ser Abdullah Ocalan da û diyar kir, darbe bi qedandina hevdîtinên li Îmraliyê bi şidandina tecrîda li ser Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin. KJK'ê destnîşan kir, rabûna li ber darbeyê, bi rabûna li ber tecrîdê dibe û got: "Yekane rêya pûçkirina polîtîkayên qirkirinê yên li hemberî me tên meşandin, mezinkirina berxwedana xweparastinê ye."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, jinên ku herî zêde dibin hedefa gefên êrîşan, weke hêza bingehîn a berxwedana xwerêveberiya xwe dispêre xweparastinê, xwedî mîsyoneke dîrokî ne û hat gotin, "Jin hêza pêşeng a têkoşîna avakirina jiyana azad e. Mîna her demê, di roja îro de jî jin di hedefê de ne. Yek ji mînakên herî trajîk ên li ser standina mafê jiyan, beden û nasnameya jinê ya li ser vê xakê, di 3'ê Tebaxê de rû da.
Di 3'ê Tebaxa 2014'an de dijminê jinê û mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê êrîşî civaka me ya qedîm Êzidiyan kirin. Em dikevin salvegera vê qirkirin û dagirkirina Şengalê. 3'ê Tebaxê ji bo civaka me ya Êzidî, herêmê û tevahiya mirovahiyê demeke ku nayê ji bîr kirin û divê neyê ji bîrkirin e. Bi hezaran Êzidî li pêş çavên cîhanê, ji ber bawerî û nasnameya xwe hatin qetilkirin û qirkirin. Bi hezaran jinên Êzidî ji aliyê van çeteyên wehşî ve hatin revandin, li bazaran hatin firotin, bû hedefa destavêtinê û hatin qetilkirin. Yên ku wê demê Şengal di nava lepên çeteyên dagirker û tecawizkar de hiştin û reviyan wê neyên ji bîrkirin. Bi berxwedana gel û rizgariya Şengalê ya bi pêşengiya gerîla hat kirin, civaka me ya Êzidî dîroka xwe ya bi fermanan dagirtî veguherand têkoşîna parastina hebûna xwe û xweparastinê. Bi vê wesîleyê em qirkirin û dagirkeriya ji aliyê hovên DAIŞ'ê ve li Şengalê hat kirin careke din bi tundî şermezar dikin; destnîşan dikin ku afirandina Rojhilata Navîn a nû û azad bi têkoşîneke xurt a bi pêşengiya jinan li dijî zîhniyeta tecawizkar û mêtînger, dikare pêk were. 3'ê Tebaxê bi rengekî balkêş û dilşewat nîşanî me daye, ku li ku çibe bila bibe, dema xweparastina jinê nebe wê mafê wê yê jiyanê jî ne ewle be. Lewma divê jin hemû li ser bingeha xweparastineke xurt û rêxistinbûyî, xwedî li berxwedana xwerêveberiyê derkevin û bi erka xwe ya pêşengiyê rabin."
Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ser xeteriya agahî ne girtina ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a di vê rewşa kaosê de û hat destnîşankirin, ku ev yek karaktera qirêj a pêvajoyê nîşan dide ku çiqasî xetere ye û dikare bi hemû gelan bide windakirin. Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Ji holê rakirina tecrîd û mercên dîlgirtina Rêber Apo, bi çalakiyên encamgir ên bi pêşengiya jinên Kurd dibe. Bi hovîtiya di salên dawî de ji aliyê DAIŞ/AKP'ê ve hat kirin re careke din eşkere bû, ku azadiya Rêber Apo, azadiya hemû jinan û azadiya Rojhilata Navîn e. Divê sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê bê hilweşandin. Têkoşîna herî mezin a xweparastinê, berxwedana tinekirina sîstema şantaj, gef û îşkenceya li Îmraliyê ye. Hilweşandina sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê tê wateya avakirina jiyana azad."
Koordînasyona KJK'ê bang li jinan û gel kir, ku bi şiyara 'Welatê azad, Rêberê Azad' xwedî li berxwedana xwerêveberiyê derkevin, tevî hemû hêzên demokrasiyê berxwedana hevpar xurt bikin û destnîşan kir, ku ev yek li dijî rejîma dîkta yekane rêya çareseriyê ye.
(rc)