15 şervan bi merasîmeke girseyî hatin oxirkirin
13:37
JINHA
QAMIŞLO- Cenazeyên 12 şervanên Meclisa Leşkerî a Minbicê ku li Minbicê jiyana xwe jidest dan û sê endamên Asayîşê ku di êrîşê li Qamişlo de jiyana xwe jidest dane, bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîd Delîl Saroxan hatin oxirkirin.
Cenazeyên 12 şervanên Meclisa Leşkerî a Minbicê ku di helmeyê rizgarkirinê de jiyana xwe jidest dan û sê endamên Asayîşê ên di êrîşa Taxa Xerbiya ya bajarê Qamişlo de jiyana xwe jidest dane, bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo hatin oxirkirin. Şervanên Meclisa Leşkerî a Minbicê ku bi navê Diyar Qamişlo, Zerdeşt Qamişlo, Bahoz Qamişlo, Egîd Qamişlo, Delîl Hesarî, Delîl Qamişlo, Cuma Hac Alî, Mehmûd Elî, Hisên Xelef, Dijwar Jiyan, Çekjîn Wan, Sefqan Dêrsim û hersê endamên Asayîşê Mihemed Hisên, Luqman Ebdê, Ebdullah Mardînî ji aliyê sedan kesî ve hatin oxirkirin.
Her wiha li ser navê YPG'ê û YPJ'ê fermandara YPJ'ê Evîndar Denîz Axifî û wiha got, "Em tucarî têkoşîna xwe ranawestînin, em ê li ser şopa şehîdên xwe bimeşin û tola wan hilînin. Em sersaxiyê ji tevahî malbatên şehîdan re dixwazin, em teqîna li Qamişlo jî şermezar dikin. Divê em hemû bi hev re welatê xwe biparêzin. Em gavên mezin davêjin, ji ber wê em bedelên gelek giran jî didin. Em ê heya dawiyê li hemberî DAÎŞ'ê şer bikin."
Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah jî di merasîmê de axifî û got: "Em bejna xwe li ber hemû şehîdên azadiyê ditewînin, hemû destkeftiyên ku îro tên jiyîn û Rêveberiya Demokratîk a ku hatiye avakirin hemû bi xwîna şehîdan gihiştiye vê astê."
Cenazeyên şervanan bi dirûşmeya "Şehîd namirin" hatin oxirkirin.
(kom/rc)