'Di bingeh de li dijî çapemeniyê darbe pêk hat'
14:01
JINHA
AMED - Cemiyeta Rojnamegerên Azad (CRA), bîlançoya zextên li ser çapemeniyê ya meha Tîrmehê aşkere kir. CRA, di daxuyaniyê de diyar kir ku li welatê ku çapemenî ne azad be civak jî ne azad e û wiha got: "Wêneyê Tîrmehê bi hêsanî rewşa azadiya Çapemeniya Tirkiye nîşan dide. Di Tîrmehê de 3 rojnameger hatin kuştin, 63 rojnameger hatin binçavkirn û 36 rojnameger hatin girtin. Televîzyon, radyo û rojname hatin girtin. Ajans hatin sansurkirin."
Cemiyeta Rojnamegerên Azad (CRA), bîlançoya zext û tundiya li ser çapemeniyê ya meha Tîrmehê bi daxuyaniyekê aşkere kir. CRA, di daxuyaniyê de da zanîn ku li Tirkiye meha Tîrmehê bû meha komkujiya çapemeniyê û wiha got: "Di meha Tirmehê de 3 rojnameger hatin kuştin. 63 rojnameger hatin binçavkirin, ji vana 36 rojnameger hatin girtin. Di şopandina nuçeyan de 3 rojnameger ji aliyê polîs û leşkeran ve rastî tundî, êrîş û lêdanê hatin. Leşkeran çek xistin serê nûçegîhanê DÎHA'yê. Di şopandina nûçeyan de herî kêm 11 rojnameger rastî gefên polîsan hatin. 37 rojnameger dema nûçe dişopandin rastî astengiyên polîs û leşkeran hatin. Alav û amûrên wan hatin desteserkirin. Wêne û dimên wan hatin jêbirin. 2 saziyên çapemeniyê rastî êrîşan hatin. Der barê gelek rojnameger de doz hat vekirin."
CRA, da zanîn ku bi taybetî piştî darbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê zextên li ser çapemeniyê zêde bûn û wiha berdewam kir: "Piştî darbeya leşkerî û îlana OHAL'ê 45 rojname hatin girtin. 3 malperên nûçeyan ên ajansan hatin girtin. 39 radyo û televîzyon hatin girtin. Zêdeyî 100 weşanên nûçeyan hatin astengkirin. 790 berhemen çapemeniyê yên wekî pirtûk, kovar, rojname cd hatin komkirin. 361 rojnameger û nûçegîhan ji kar hatin dûrxistin."
Bila demek beri demekê tundî bi dawî bibe
CRA, heri dawî da zanin ku wekî Cemiyeta Rojnamegerên Azad diyar dikin ku her dem alîgirê çapemeniya azad in û wiha got: "Em her dem li dijî girtin, binçavkirin, sansur, gef û astengiyên li pêş çapemenî û xebatkarên çapemeniyê ne. Em dixwazin demek berî demekê ev zextên li ser çapemeniyê azad bibin û çapemenî azad tev bigere."
(kom/rc)