Edîtora me ya girtî Zehra Dogan di çapemeniya Swêdê de ye
14:27
JINHA
STOCKHOLM – Çapemeniya Swêdê, sê tabloyê edîtora me Zehra Dogan ku hilweşîna şer rê li ber vekir nîşan dida û bû hinceta girtina wê weşand.
Li Swêdê rojnameya heftane weşandê dike Frîa, diyar kir ku li Tirkiyeyê piştî 15’ê Tîrmehê hewldana darbeyê şûnde zextên li ser rojnamegeran û saziyên çapemeniyê zêde bûne. Rojnameyê diyar kir ku di 22’ê Tîrmehê de li Mêrdînê edîtora JINHA’yê Zehra Dogan hatiye binçavkirin û hat gotin ku wêneyên wê xêz kirine hincet hatine nîşan dan û têkildarî wê de biryara girtinê hatiye dayîn. Rojnameyê nûçe bi ser navê ‘tabloyên wê tespîta terorîstiyê ye’ weşand. Her wiha rojnameyê got ku JINHA yekemîn ajansa nûçeyan a jinan ya Tirkiyeyê ye.
Rojnameya ETC ya rojane tê weşandin jî di hejmara xwe ya îro de gotoreke ku xebatên rojnamegeriya Zehra Doganê û hinceta girtina wê digirt dest weşand. Di gotra îmzeya ronamegerên rojnameya Bîrgunê Onur Erdem lê hebû, de hat diyar kirin ku Zehra Dogan ji ber hewldanên xwe gelek xelat girtiye.
(mg\hu)