Li Farqînê agir mezin dibe

14:31

JINHA

AMED- Li Farqînê, şewata ku ji êrîşên topî yên Qereqola Malabadiyê xwe da der, ber bi gundê Başimtê ve nêz dibe.

Li Farqîna Amedê, şewata ku ji êrîşên bi top û hawanan ên Qereqola Malabadê xwe da der, her diçe gur û belav dibe. Şewata ji ber êrîşên bi topan di serî de xwe li bejahiya gundên Dêrika Miqurê, Başimtê, Mala Hirmo û Gaza Hecî Çerkezê xwe da der, ber bi malan ve belav dibe. Wesayîtên îtfaiyeyê yên ku nikarin xwe bigihînên cihê bi qelaçî, li gel welatiyên gundên hawirdorê ku Hevşaredarê Farqînê Kerem Canpolat jî di nav de, bo tefandina şewatê tevdigerin.

Kerem Canpolat ku çû herêma şewatê got, "Şewat li qadeke gelek mezin didome û her diçe ber bi malan ve nêz dibe. Em ji hêlekê ve şewatê ditefînin, ji hêlekê ve jî ji bo mal neşewitin tedbîrê digirin. Lê em di kontrolkirina şewatê de ditengijin."

Duxana şewata ku li herêmê xwe da der, ji navenda bajêr jî dixuyê.

(kom/rc)