MSD navenda xwe li bajarê Hesekê vekir
14:32
JINHA
HESEKÊ- MSD'ê îro baskek nû li bajarê Hesekê vekir. Di dema vekirina navendê de gelek endamên mektebên siyasî, endamên komîn û meclisên bajar amade bûn.
Li bajarê Hesekê yê Kantona Cizîrê MSD'ê navenek vekir. Di vekirina navendê de gelek endamên navendê yên siyasî, endamê komîn û meclisên bajar amade bûn.
Di vekirina Navendê de endama MSD Rojîn Remo axivî, Rojîn got: "Pêwîst bû ku em baskê mekteba MSD'ê li Hesekê vekin, ji ber ku Hesekê bajarekî hemû rengan di nava xwe de dihewîne û rengekî demokratîk dide. Li vir karên pir mezin ji me tên xwestin. Em spasya hemû kesên amade dikin ku îro bi me re kêfxweşî parve kirin, bi hêviya ku em tevde bi hev re fikir û ramanekî demokratîk dinava civakê belav bikin."
Hevseroka Desteya karê derve a Kantona Cizîrê Sîham Qeriyo derbarê vekirina navenda nû de wiha got: "Bi navê Desteya Karê Derve ya Kantona Cizîrê û bi navê pêkhateya Suryanî em vekirina navendê pîroz dikim. Hêviya me ew e ku MSD'ê bibe mala hemû pêkhateyên Sûriyê."
(kom/rc)