Li Efrînê 1. Konferansa KPC-Demokratîk hat li darxistin
15:26
JINHA
EFRÎN- EFRÎN – Rêxistina Jinan a Perwerdeya Civaka Demokratîk 1. Konferansa xwe lidar xist û hin guhertin di rêxistina xwe de pêk anîn û berdevaka fermi ji Kantona Efrînê re hilbijart.
Rêxistina Jinan a Perwerdeya Civaka Demokratîk 1. Konferansa xwe li Kantona Efrînê bi dirûşmeyê "Jina Zana û Azad Pêşenga Sîstema Perwerdekirin û Zanista Civaka Azad e" lidar xist. Konferansa ku bi tevlîbûna 350 mamosteyan pêk hatî bi deqeyek rêzgirtin li Salona Ava hat dest pêkirin. Mamosteyên jin ên pêkhateya ereb jî bi cilên xwe yê filklorî tevlîbûn û reng dan salona konferansê. Her wiha mamosteyên Herêma Şehba, Koordînasyona Kongra Star, Desteya Jin, Rêveberên Jin ên PYD'ê, Rêveberên Navendên Çand û Huner û endama Lijneya Hevpeymana Civakî amade bû. Salona Konferansê bi al, wêneyên têkoşeran û wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate xemilandin.
Piştî hilbijartina dîwanê Hevseroka Desteya Perwedeyê ya Kantona Efrînê Eytan Şêx Îsa, Endama Kordînsasyona Yekîtiya Star Zelal Ciger axivîn. Zelal Ciger balkişand ser giringiya lidarxistina vê konferansê û wiha got: "Em dixwazin bi rêya vê Konferasê dengê xwe bighînin hemû jinan. Bila hemû jin têkoşîna xwe di milê perwerdeya civakê de dewam bikin. Divê hemû mamosteyên jin şopa Şehîd Viyan û Zozan bidomîn in."
Piştî axaftinan perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ser giringiya perwerdê û parastina ziman ji hêla rêvebera Lijneya Perwerdeya Civaka Demokratîk Sozdar Mihemed ve hate xwendin. Paşê nîqaş li ser kar û xebatên du salan yên lijneyê hatin kirin û reşnivîs hate xwendin.
Piştî li ser pêşinyarên ku hatin kirin nîqaş pêşketin û li gorî wê plansazî hate dayîn. Ji bo berdevkiya Komîteya Perwerdeya Civakî Demokratîk jî Sozdar Mihemed hate hilbijartin. Herî dawî ji aliyê Hevseroka Desteya Fêrkirin û Perwerdekirinê Aytan Îsa ve daxuyaniya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "17 salan ve siyasetên tund li ser Ocalan têne feriz kirin û di rewşa tenduristî ya zehmet de wî dihêlin. Di 15’ê Tîrmehê de heldana derbeya leşkerî li Tirkiyê hebû. Em wekî Mamosteyên kantona Efrînê , tiştekî ser rewş û tenduristiya Rêberê xwe nizanin. Gumanên me li ser vî mijarê hene. Ji ber wê yekê em dixwazin tecrîda li ser rêbertiya me bê rakirin. Rê bê dayîn ku parêzer û malbat karibin serdanê bikin. Di heman demê de em ji komîteya we dixwazin ku serdana Ocalan bikin û derbarê rewşa wî de daxuyaniyekê bidin. Em azadiya Ocalan a di zûtirîn dem de dixwazin.”
(fr/lç/rc)