Li Wanê mitînga li hember darbeyê demokrasî despêkir

17:28

JINHA

WAN – Li Wanê mitînga HDP û DBP’ê ya “Li hemberî darbeyê em azadiya xwe diparêzin” li çariyana İki Nisanê despê kir. Welatîyên bi diruşme û fîkan herikîn qadê balkişandin ser tecrîda girankiriya ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan.

Mitînga bi beşdariya Hevserokê Giştiyê HDP’ê Selahattin Demirtaş û Hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel li Çariyana İki Nisanê bi diruşma “Li hemberî darbeyê em azadiya xwe diparêzin” bi tevlîbûna hezaran kesan despê kir. Li qada mitîngê alayên DBP û HDP’ê hatine hildan. Li qada kelecanek mezin serwere dengê diruşmên weke “Bijî Serok Apo”, “Ciwan fedayê Apo ne”, “Disa disa serhildan Serokê me Ocalan”, “Bi berxwedanê emê serkevin”, “Cîhana bê Ocalan emê bi serê we de hilweşînin” û “Bê Serok jiyan nabe” bilind dibe.

Ji qada ku piranî jin bi rengên kesk, sor û zer lê dixwiyên dengê tilîliyan bilind dibe. Jinan li ber dengê mizukê govend girtine. Bernama mitîngê di saet 17.30’an de piştî koma muzîkê ya NÇM’ê dê bi axaftina endamê Komîta Amadekar a mitîngê Yunus Palin despêbike.

Li aliyê din jî Cigirê Hevserokê Giştiyê HDP’ê û Parlementerê Wanê Nadir Yildirim, Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmak, rêveberên navend û navçeyên HDP û DBP’ê jî di navê de dê Hevserokê Giştiyê HDP’ê Selahattin Demirtaş pêşewazî bikin.

(zt)