Polisan êrîşî mitînga Wanê kirin

20:23

JINHA

WAN – Li Wanê mitînga HDP û DBP’ê ya “Li hemberî darbeyê em azadiya xwe diparêzin” li çariyana 2 Nisanê despê kirî rastî mudaxeleya polîsan hat. Welatiyan li hember mudaxeleyê parastina cewherî kirin.

Mitînga bi beşdariya Hevserokê Giştiyê HDP’ê Selahattin Demirtaş û Hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel li Çariyana 2 Nisanê bi diruşma “Li hemberî darbeyê em azadiya xwe diparêzin” bi tevlîbûna hezaran kesan despê kir. Di mitînga bi pêşengiya KJA, HDP û DBP’ê despêkirî de polisan mudaxelek kir. Welati bi diruşmên “Bijî Serok Apo”, “Ciwan fedayê Apo ne”, “Disa disa serhildan Serokê me Ocalan”, “Bi berxwedanê emê serkevin”, “Cîhana bê Ocalan emê bi serê we de hilweşînin” û “Bê Serok jiyan nabe” bersiv didin. Çalakî li tevahiya bajar berdewam dike.

(zt)