Çalakiya ‘Nobeta azadiyê’ di roja 9’an de berdewam dike
20:25
Tebax
1
/ 2016
JINHA
AMED – Nobeta ku ji bo rakirina tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatî despêkirin di roja 9’an de berdewam dike.
“Nobeta Azadiyê” ya ku ji bo rakirina tecrîdê û azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Amedê hatî despêkirin di roja 9’an de berdewam dike. Çalakiya nobetê ya ku li Parka Koşuyolu û Parka Rojava berdewam dike KJA, Hevseroka Navenda DBP’a Amedê Hafize İpek, hevserokên navçeyên HDP û DBP’ê li gel STK jî di navê de gelek welatiyan cih girtin.
Nobeta ku li ber dengê muzîkê berdewam dike dê di saet 22.00’an de bi dawî bibe.
(zt)