Sebahat Tuncel: Divê Birêz Abdullah Ocalan bê azad kirin
07:52
JINHA
WAN - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, di mîtînga Wanê ya bi deh hezaran kes beşdar bû de diyar kir ku pergal û feraseta darbeyê hêj xwa di parêze û wiha got: "Çareserî demokrasiya radîkal e. Em dibêjin dê têkoşîna jin û ciwanan a li dijî faşîzmê û azadiya Ocalan aştiyê bîne. "
Li Wanê di pêşengiya KJA, HDP û DBP'ê de bi tevlêbûna deh hezaran kesan mîtînga li dijî darbe, OHAL û tecrîdê hat li darxistin. Mîtîng li qada 2'ê Nîsanê bi coşek mezin pêk hat. Bi deh hezaran kesên di nav de jin, ciwan, kal pîr û ji 7 salî heta 70 salî amade bûn, rengên kesk, sor û zer vekirin. Girsê bê navber siloganên "Bijî serok Apo", "Ciwan fedaiyên Apo ne" û "Disa disa serhildan serokê me Ocalan" berz kirin. Li qada mîtîngê wêne û pankartên ku dixwestin Rêveberê DBP'ê Hurşit Kulter ê hatiye windakirin bê dîtin hat vekirin. Girsê bê navber siloganên ku azadiya Ocalan dixwaze berz kir. Mîtîngê bi sirûda "Çerxwa şoreşe" û rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Komên muzîkê yên girêdayî Navenda Çanda Mezopotamya derketin ser dikê û stran gotin.
Ewil Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel axivî û diyar kir ku çareserî bi darbeyan û OHAL'an pêk nayê û wiha got: "Çareserî bi hewldan û ferasetên faşîst pêk nayê. Bi eniya nijadî ya CHP, MHP û AKP'ê jî pêk nayê. Çareserî bi demokrasiya radîkal, bi têkoşîna jin û ciwanan û bi azadiya Ocalan pêk tê. Em li vir li dijî darbeyan, OHAL'ê û li dijî tecrîdê ji bo azadiya Rêber Apo kom bûn. Çareserî di têkoşîna jin, ciwan û azadiya Rêber Apo de ye."
(zt)