ROJEVA 2'Ê TEBAXA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Mamosteyên Rojavayê Kurdistanê ji bo sala xwendinê ya 2016-2017'an amadekariyên perwerdeyê dikin. Têkildarê mijarê Rêveberiya Peyîmangeha Şehîd Jiyan û endama KPC'ê Gulîstan Hesen nirxandin kir. Gulîstanê got, "Bi armanca perwerdekirina zarokan û vegerandina çanda a ku bi sedê salan hatibû qedexekirin, mamoste ji bo sala xwenidinê ya nû tên amadekirin."
*Îlke Başak Baydar ya li Dêrsîmê rastî tehdîd û derbkirinê hat û din av 13 kesên hatin binçavkirin de cih girt got: “Wê şevê POH jib o kuştina me hatin wir. Me ev hîs kir. Çek dan serê 5 jinan. Bi tecawizê tehdîd kirin.”
*Jinên herêma Şedadê ji Rêveberiya Xweser daxwaz kirin ku dibistan û derfetên karkirinê ji wan re avakirin.
*Dinya Merwan a 3 salî soz dabû heya azadiya Şengalê ew ne kene got: "Şengal azade bila zarok vegerin ser axa xwe em hev re bikenin."
*TEV-ÇAND ji bo jîndarkirina çandê dê li gundan xebatên semîner û avakirina komên çandê pêş bixîne. Têkîldarê mijarê Endama Koordînasyoan TEV-ÇAND'ê Sîmav Hesen nirxandin kir. Sîmavê got: "Çanda herî rast li gundan tê jiyîn û çanda gund pir kevnar e."
*Fermandara YJA STAR'ê Viyan Apoçî di fermana 3'ê yê Tebaxê de hatina gerîlayên YJA STAR a Şingalê nirxand û got: "Dema me ew zarokên di çiya de mayin didîtin ew êşa di fermanê de jiyan kirin. Di çavên wan zarokan de xuya dikir, li hember vê yekê me wek gerîlayên YJA STAR soza xwe ya tolhildana wan dayik û zarokan dûbare dikir."
* Ciwaknasa Navenda Jinê Binevşê Ozgûl Dogan derbarê derxistina zagona xesandina kimyawi de got: "Tindî, tacîz û tecawiz girêdayî hişmendiya deshilatiya mêrane, ne nexweşiyek biyolojike, ji bo wê jî rêyên çareseriyê ew nîne."
*Fêkiya havînê hêjîra bi dirî, çavkaniya debarê ya gelek kesane jî. Fatma Gur ya 56 salî ev 30 salin hêjîrên bi dirî difroşe û hem tevlî jiyana xebatê dibe û hem jî şifayê li dora xwe belav dike.
*Gerînendeya di rojnameya fermî de cih girt û piştre ket meriyetê û dozên îstîsmarê dihundirîne, hinek xalên wê rastî bertekên jinan hatin. Xalên wekê ji mexdurê durxistin, ligel zarokan neyê girtin erênî hatin dîtin, lê rewşa bi derman an jî bê derman hadim rastî bertekan hatin. Seroka Konseya Bajar a Bakarabaglarê û Komeleya Jiyana Wekhev Nazik Işik li ser gerînendeyê axivî.
*Jinên êzdî yên ku li Wergeha Fidanlikê ya Amedê diminin di derbarê Salvegera qetliyama Şengalê de axivin û diyar kirin ku sal derbas bû lê êş û jan li şuna xwe man. Jinan dan zanîn ku xeyala wan a herî mezin azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û dîtina Şengalê ye.
*Bi rasthatina 2. salvegera komkujiya Şengalê Hevseroka KCD'ê Leyla Guven banga tevlîbûna çalakiyan li jinan kir û got, "Divê tu kes li hemberî qetlîyamê bêdeng nemîne. Eger îro ev komkujî neyê şermezar kirin sibê komkujiyên wiha bên serê me hemû jinan."