Li Til Temir 334 mamoste ji sala nûre tên amede kirin

09:03

JINHA

TIL TMEIR- Mamosteyên Rojavayê Kurdistanê ji bo sala xwendinê ya 2016-2017'an amadekariyên perwerdeyê dikin. Têkildarê mijarê Rêveberiya Peyîmangeha Şehîd Jiyan û endama KPC'ê Gulîstan Hesen nirxandin kir. Gulîstanê got, "Bi armanca perwerdekirina zarokan û vegerandina çanda a ku bi sedê salan hatibû qedexekirin, mamoste ji bo sala xwenidinê ya nû tên amadekirin."

Li bajarê Til Temir ê Kantona Cizîrê ji bo sala xwendinê ya 2016-2017'an 334 mamosteyên kurd û ereb tên amadekirin. Rêveberiya Peyîmangeha Şehîd Jiyan û endama KPC'ê Gulîstan Hesen ji bo vekirina dibistanan û amedekirina mamosteyan wiha got, "Mamoste perwerdeya xwe li gorî branşên ziman, zanistên civakî, bîrkarî, zanyarî, wêne, muzîk, werzîş û hwd dibînin. Mamosteyên ereb jî li gorî van branşan bi zimanê erebî tên perwerdekirin. Mamosteyên Saziya Ziman, Komîteya Rêveberiya Dibistanan, Peymangeh û Yekîtiya Mamosteyan jî cihê xwe di van perwerdeyan de digirin."
'Her netewek bi zimanê xwe tê perwerdekirin'

'Divê her netew bi zimanê xwe perwerde bibîne'

Gulîstanê destnîşan kir ku divê her netew bi zimanê xwe perwerdehiyê xwe bibîne û wiha domand, "Li Rojavayê Kurdistanê her netewek bi zimanê xwe tê perwerdekirin, ji xwe dema netewek bi zimanê xwe neyê perwerdekirin ew netew windaye. Ji ber vê divê her netew bi zimanê xwe perwerde bibîne. Bi dehê salan e ku ji aliyê hêzên desthilatdar û rêjîma Baas ve zimanê me hatibû qedexekirin, lê bi derbasbûna demê û bi şoreşê re îro em dibînin ku her kes bi zimanê xwe dixwîne û bi taybet gelê kurd. Em mamosteyan li ser fikrekî azad perwerde dikin, ji refa yek heya şeş dê bi zimanê kurdî were dayîn, li gorî wê jî perwerde tê dayîn."

'Divê em civakê li ser bingehekî rast perwerde bikin'

Gulîstanê balkişand ser rêbazê rast yê perwerdekirinê wiha pêde çû, "Divê em hemû li zimanê xwe xwedî derkevin. Bêguman em ê zehmetiyan jî bibînin, lê divê em hîn zêdetir bi hemû hêza xwe ve van astengiyan derbas bikin û civakê li ser bingehekî rast perwerde bikin."

(sş/hs/rc)