'Polîs wê şevê ji bo kuştina me hatin’
09:04
JINHA
DERSIM- Îlke Başak Baydar ya li Dêrsîmê rastî tehdîd û derbkirinê hat û din av 13 kesên hatin binçavkirin de cih girt got: “Wê şevê POH jib o kuştina me hatin wir. Me ev hîs kir. Çek dan serê 5 jinan. Bi tecawizê tehdîd kirin.”
Di 23’ê Tîrmehê de ji bo bîranîna Cebraîl Gunebakan yê di komkujiya Pirûsê de jiyana xwe ji dest da, ji bajarên derdorê endamên ESP û SGDF’ê hatin Dêrsîmê. Polîsan bi ser mala ku lê diman girt û 13 kes binçavkirin. Yên hatin binçavirin rastî tehdîsa tecawizê hatin û rastî îşkenceyê hatin. Endamên SGDF’ê Şerîfa Erbay, Îlke Başak Baydar, Yunus Varli, Ulaş Alankuş, Başak Sila Kaymak, Ceren Çoban, Umît Tekîn û Muhammed Kaya û Ezgî Oner piştî kar û barên wan yên midûriyeta polîsan hatin berdan. Endamên ESP’ê Mustafa Nacî Toper, Ozgur Kîraz û endamê HDP PM’ê Ekber Kaya û Hakan Kayut derxistin dadgehê û piştre hatin berdan.
‘Êrîşê nasnameya jinê kirin’
Endama Partiya ESP’ê Îlke Başak Baydar têkildarî tiştên jiya de wiha got: “Ji bo kuştina me hatin. Nasnameya me tehdîdkirin. Em rastî tacîz û derbkirinê hatin. Em baş dizanin ku POH wê şevê ji bo kuştina me hatibû wir. Me ev hîs kir. Destpêkê li derî dan, piştre şikandin û ketin hundir. Ketin hundir û êrîşê me kirin. Em 5 heval bûn. Hevalên me yên ji bajarên din hatibûn hebûn. Çek da serê me 5 jinan. tehdîda tecawizê li me kirin. Gotin OHAL hat hunê 30 rojî bi me re bin. Zêde şîdet li hevalên mêr kirin. Li hevalên me yên mêr jî tehdîsa tecawizê kirin.”
'Di wê saetê de li her kesî şîdet hatiye kirin’
Îlkeyê ev tişt anîn ziman: “Me ev qirêjiya wan ya li Kurdistanê bi salan bû dîtibû. Lê wê şevê me bi çavên xwe dît. Zîhniyeta duh bedena Ekîn Wanê teşîr kir, wê şevê li mala me tehdîd li me kirin. Wê şevê gerîlayan li Dêrsîmê çalakiyek pêk anîbû. Em bi vê sûcdar kirin. Ev tenê l ime nekirin, li her kesê li çarşiyê kirine. Li her kesî şîdet pêk anîne.”
'Darbeya Qesrê li ber çavane’
Îlkeyê bi lêv kr ku piştî OHAL hatiye îlankirin zext zêdetir bûne û got darbeya Qesrê û şer careke din hatiye dîtin. Îlkeyê da zanîn ku ev êrîş sibê zêdetir li ser bedena jinê û gel wê pêk bê. Îlkeyê di dawiyê bi lêv kir ku wê jin li dijî êrîşan berxwe bide û her tim li hember xwe jinan bibînin.”
(mm-bc/hu)