Jinên Şedadê li benda derfetên kar û perwerdê ne
09:06
Ebîr Ehmed-Lava Sîraj/JINHA
HESEKÊ- Jinên herêma Şedadê ji Rêveberiya Xweser daxwaz kirin ku dibistan û derfetên karkirinê ji wan re avakirin.
Piştî ku şervanên QSD'ê bajarokê Şedadê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kir, xebatên jinûve sazkirin û vegera gel ji bo herêmê destpêkir. Jinên herêma Şedadê ên ku demek dirêj zilm û zordariya çeteyan dîtin, niha bi hêviya rojên geş û azad in. Jinan herêma Şedadê ji Rêveberiya Xweser dexwaza perwerde û avakirina şert û mercê xebatê kirin.
'DAÎŞ zarokên kur mecbûr dikirin ku biçin dersa Quranê'
Jina bi navê Necah Ebdullah derbarê mijarê de wiha got, "Dema ku çeteyên DAIŞ'ê ketin Şedadê, çûna dibistanan qedexe kirin. Tenê di bin navê Îslamê û şerîetê de fikra xwe ya qirêj di mêjiyê zarokan de diçandin û zarokên kur mecbûr dikirin ku biçin dersa Quranê. Piştî QSD bajarokê me rizgar kir, em gelek kêfxweş bûn û daxwaza me ji Rêveberiya Xweser ew e ku dibistanên me dubare bixin faliyetê ku zarokên me bikaribin waneyên xwe dewam bikin. Her wiha em jin jî dixwazin xwe perwerde bikin û bila ev derfet ji me re werin avakirin."
'Em dixwazin ku Rêveberiya Xweser ji me re derfetên kar veke'
Waad Ehmed jî qala kiryarên hovane yên DAIŞ'ê kir û wiha got, "Dema ku DAIŞ'ê di bajarokê me de bû, me gelek êş û zehmetî dît. Nedihiştin ku em jin bi tena serê xwe ji mal derkevin, diviya mêrek ku qaşo mehremê wê bûya, pê re bûya. Piştî rizgarkirinê em dikarin vegerin jiyana xwe ya asayî û daxwaza me ji Rêveberiya Xweser ew e ku derfetên kar ji me re peyda bike ku jin û mêr bi hev re kar bikin, ji bo xizmeta bajarokê xwe bikin. Em bi hêvî ne, ku hemû bajarên me bi saya QSD û şervanên azadiyê werin rizgarkirin û bajarê Minbicê jî bi temamî ji zilma DAIŞ'ê xilas bibe."
(en/rc)