'Şengal azade bila zarok vegerin em bi hev re bikenin'
09:07
Mehabat Said/ Îlham Hecî/ JINHA/ Şengal
ŞENGAL - Dinya Merwan a 3 salî soz dabû heya azadiya Şengalê ew ne kene got: "Şengal azade bila zarok vegerin ser axa xwe em hev re bikenin."
Di 3'ê yê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kirin. Ew roj weke roja fermanê tê zanîn. Di wê rojê de gelek jin, zarok, pîr û kal ji tîn û birçan mirin, gelek jî ketin destê çeteyên DAIŞ'ê. Çeteyan jinên Êzidî dîl girtin û li bazarên koleyan firotin. Zaroka ku ji temenê xwe mezintir êşa fermanê jiyan kirî Dunya Merwan, soz da ku heta Şengal di destê DAIŞ debe nekene. Dinya Merwan a 3 salî salek û 10 mehan nekeniya got: "Zarok digriyan dayik û bavê wan dibirin. Tîna digriyan. Min jî got heya Şengal rizgar nebe ez nakenim. Dema Şengal rizgarbû ez kenyam. Niha Şengal xweş e. bila hemu zarokên Şengalê vegerin vir em ji xwe re bilîzin.
'Dinya heya azadiya Şengalê nekenî'
Dayika Dinya Şêrîhan Xelef wiha qala êrîşên ser Şengalê kir: "Ferman pir zehmet bû bi hezaran dayik û xuşkê me ketin destê dijmin. Taxa em têde herî zêde 4 mal ma bûn em jî revîn, em despêkê çûn cem Quba Xatûna Ferxan. Em heft rojan li wir man piştre em hatin Geliyê Kersê. Ji mere gotin biçin Başûrê Kurdistanê. Em neçun, me got ku bila em mirîyê axa xwe bin ne saxê xerîbiyê bin. Tiştê herî zehmet ketina dayik û xuşkê me di destê dijmin de ne. Yê kuştin ji xwe kuştin, lê hîn ya dayik û xuşkê me zehmetirbû."
Şêrîhan ji bo keça xwe Dinya yê jî weha got: "Ez pêde aciz dibûm min digot bikene ne dikenî, min nizanî ku soz daye. Min ji pîreka wê pirsî gotin: 'Soz daye heya Şengal ji destê çeteyan azad nebe nekene.' Hertim nexweşbû, ser rêya bijîkanbû. Dema ku di Xanesorê de ronahî di dît digiriya di got: 'Wa DAIŞ diçe mala me.'Bila hemû xelkê Şengalê vegerin ser axa xwe ji bilî vê axê tiştek wan tuneye. Li ku be bila bibe tiştek wan tuneye û bê xwedîne heta li ser axa xelkêne."
(zt)