Êdî TEV-ÇAND wê li gundan xebat pêk bîne
09:09
Sorgul Şêxo/JINHA
TIL TEMIR- TEV-ÇAND ji bo jîndarkirina çandê dê li gundan xebatên semîner û avakirina komên çandê pêş bixîne. Têkîldarê mijarê Endama Koordînasyoan TEV-ÇAND'ê Sîmav Hesen nirxandin kir. Sîmavê got: "Çanda herî rast li gundan tê jiyîn û çanda gund pir kevnar e."
Li Rojavayê Kurdistanê xebatên pêşxistin û berfirehkirina çand û hunerê dewam dikin. Têkildarê mijarê Endama Koordînasyoan TEV-ÇAND'ê ya bajarê Til Temira Kantona Cizîrê Sîmav Hesen diyar kir ku ew ê ji destpêka meha Tebaxê dest bi projeyke taybet li gundan bikin. Sîmavê destnîşan kir ku çanda herî rast li gundan tê jiyan kirin û wiha axivî, "Çanda gundan pir kevnar e. Me wek rêxistina TEV-ÇAND'ê li bajêr projeyek daye pêşiya xwe. Di esas de em dixwazin li gundan çanda kevnar nûjen bikin. Eger mirov bixwaze çanda xwe pêş bixîne, li her derê dikare bike. Xebatên çandî tenê li bajar nayên kirin. Jixwe armanca me ji vê projeyê ew e ku ji bo pêşketina çanda gel ya ku jê hatibû bêparkirin vegerînin. Lewre em ê biçin gundan xebatên xwe yên çand û hunerî bidin destpêkirin. Çanda herî pêşketî û resen a gundan e, lê li bajaran bandora çanda kapîtalîzmê tê dîtin."
'Em ê li gundan semînerên li ser çandê bidin'
Sîmavê xebatên ku dê TEV-ÇAND li gundan bike wiha bilêv kir: "Em ê di serî de li gundan semînerên li ser çandê bidin. Wiha jî em ê hewl bidin ku çanda Kurdî û gelêrî bidin nasîn. Çend gund dê werin ba hev û wiha ji wan re semîner were dayîn. Paşê jî gel dê nêrîna xwe li ser çandê û feraseta xwe bi me re parve bike. Yanî çand û huner çawa fêmkirine. Em dikarin wisa jî bikin piştî ku em nerînên wan bigrin, semîner were dayîn, yan jî piştî semîneran careke din dikare nêrîn werin girtin." Sîmavê diyar kir piştî ew semîneran bidin dê li gunda dest bi avakirina komên çand û hunerê bikin û wiha pê de çû: "Em ê komên mûzîk, govend, şano, her wiha xebatên xêzkirina wêneyan jî bikin. Di heman demê de em difikirin komên xweser ên hevalên jin jî çêbikin. Ev dê ji bo Rojavayê Kurdistanê di warê xebatên çandî de bibe gaveke pêşketî."
'Armanc çanda wekhevîtî û pir-rengiyê ava kirine'
Sîmavê dubare anî ziman ku armanca wan ji vê projeyê ew e ku gel li çanda xwe vegere û wiha dirêjî da gotina xwe, "Niha mirov bi çanda xwe tê naskirin, yanî em kurd bi çand û zimanê xwe têne nasîn. Armanc ne tenê ku gelê kurd çanda xwe nas bike, armanc jê ew e ku gelê Ereb û Aşûrî jî çanda xwe nas bike. Em wiha çanda wekhevîtî û pir-rengiya çandan a demokratîk ava bikin. Li Sûriyê û Rojava piranî çanda me dihate înkarkirin û helandin. Ji bo ku em li çanda xwe vegerin divê em hîna kar û xebatên xwe di asteke pir pêşketî de pêş bixin. Divê ev yek jî ji bîr neçe ku çand şêwazê fikir, jiyan û dahatûya civakê ye ku heya niha hatiye."
'Em ê bi çanda xwe jiyanê rengîn û tejî wate bikin'
Sîmavê di dawiyê de jî bang li kesên koçber bûne kir ku vegerin welatê xwe, çanda xwe nas bikin û got: "Bila her kes çanda xwe nas bike û li welatê xwe vegere, ziman û dîroka xwe nas bike û jiyana xwe wiha rengîn û tejî wate bike."
(en/rc)