'Heya dilopa xwina xwe ya dawî em ê gelê Şengalê biparêzin'
09:10
Îlham Hecî-Xensê Xidir/JINHA
ŞENGAL - Fermandara YJA STAR'ê Viyan Apoçî di fermana 3'ê yê Tebaxê de hatina gerîlayên YJA STAR a Şingalê nirxand û got: "Dema me ew zarokên di çiya de mayin didîtin ew êşa di fermanê de jiyan kirin. Di çavên wan zarokan de xuya dikir, li hember vê yekê me wek gerîlayên YJA STAR soza xwe ya tolhildana wan dayik û zarokan dûbare dikir."
Di fermana 3'ê yê Tebaxê de gerîlayên YJA-STAR û HPG'ê hatin hewara gelê Êzîdî. Fermandara YJA STAR'ê Viyan Apoçî hatina gerîlayan di reja fermanê de wiha nirxand: "Berî roja 3'ê yê Tebaxa sala 2014'an amadekariyê vê fermanê ji aliyê PDK ê ve hatibû kirin. Li ser wan bingehan xendek jî navbera Başûr û Rojava yê Kurdistanê de kolan. Ji wan deman de amadekariyên me wek gerîlayên HPG û YJA STAR'ê ji bo parastina gel hebûn, lê PDK bû asteng û nehişt em berî fermanê werin Şingalê. Ger PDK'ê nexwestiba DAIŞ bikeve Şingalê dikaribû li pêşiyê bibe asteng û gelê Êzidî biparêze. PDK'ê bi xapandin gelê me yê Êzidî xiste destê DAIŞ'ê."
Viyan diyar kir ku despêkê YPG û YPJ ji Rojava bi hewara gelê Êzidî hat û wiha domand: "Berî ku em werin li 4'ê Tebaxên hêzên YPG û YPJ Rojava bi hewara gelê Êzidî hatin. Ji ber ku ew nêzîkbûn zû gihiştin alîkarî dan gel û derbas kirin. Piştra 5'ê Tebaxê em gihiştin Şingalê. Wî demî çend hevalên me yên HPG û YJA STAR'ê bi qehremanî şehîd ketin. Ruxmî wê germa havînê gel hemû bê av û xwarin ketibû wan dolan ji bo nekeve dest DAIŞ'ê hetanî hevalên me gihiştinê û xilas kirin. Piştî em hatîn hetanî çend mehan jî cenazeyên gel li wan erdan hebûn. Hevalan cenazeyê wan bi destê xwe rakirin û veşartin. Destpêka em hatîn hevalan xwe li dora çiya bi cih kirin ji bo parastina gel."
'Bijî berxwedana Şengalê'
Viyan bilêv kir ku PDK'ê rêya di navbera wan û Rojava de girt û wiha dom kir: "Nêzîkî 3 mehan rêya di navbera me û Rojava de girtin; lê dîsan jî ew gelê ku di çiya de man bi vînek herî mezin li berxwedan û dest ji axa xwe bernedan. 3 Mehan rêka di navbera me û Rojava de girtî bû. Nan di gelek malan de nebû ku zarokên wan bixwin. Gelek ji wan Mekarna dikirin hevîr û ji zarokên xwe re wek nan çêdikirin û dixwarin. Lê dîsa jî gel bi yekitiyek xurt bi hev re jiyan dikirin û li berxwe da. Me jî wek gerîlayên YJA STAR û HPG'ê amadekariyên xwe kirin û rêka navbera Şengal û Rojava de vekir û erzaq ji bo gel derbas kirin. Dema me rêk vekirî hemû zarok bi siloganên 'Bijî berxwedana Şinalê' dihatin pêşiya me. Me di çavên wan zarokan de hêviyên jiyankirinê û rêka azadiyê didît."
'Weke jinek min soza parastina jinên Şengalê her roj dubare dikir'
Viyan dema nû gihayî Şengalê bandora ku li ser wê bûyî jî wiha anî ziman: "Destpêkê dema mirov ew zarok didîtin ew êşa di fermanê de hatî jiyan kirin di çavê wan zarokan de dihat dîtin. Min bi xwe wek jinek soza xwe ya parastina wan dayik û zarokan dûbare dikir. Dikeve sala 3'an lê ez ticarî êşa wan zarokan ji bîr nakim û kînê min li hember dijmin zêdetir dibe da ku ez tola wan zarok û ciwanên şehîd ketine hilînim. Bi vekirina rêkê re me xwe berda navenda Şingalê jî. Bi wî şêweyî 11 mehan berxwedaniyek gelek mezin hat meşandin. Di nava vê berxwedanê de 2 hevalên me yên YJA STAR û gelek hevalên HPG û YBŞ jî şehîd ketin."
Viyan polîtîkayên PDK'ê ser gelê Êzidî ji wiha nirxand: "Komkujiyek gelek mezin û hovane bû. Hemû jî bi destê PDK'ê hat kirin, ji ber ku xiyanet li gelê me kir. Beriya fermanê jî girûpek biçûk ji hevalên me bi veşartî hatibûn Şingal ê, çend ji wana jî bi destê PDK'ê hatin girtin û nedihiştin em werin Şingalê. Em hêzekî fedayî ne, kîjan hêzek dagîrker be ne tenê DAIŞ em ê li hember bisekinin û parastina gelê xwe bikin."
'Bi pêşengiya jinan civaka Êzidî xwe rêxistin dike'
Viyan da zanîn ku di nava van herdu salan de civaka Êzidî di her milî de xwe rêxistin kir û hêza xwe çêkir û wiha berdewam kir: "Me jî destek da û perwerde kirina jinan û civakê. Ji ber ku pêwîstiyên ciwaka me hebu ku alikarî ji der ve de bê dayîn. Li hember êrîşên ser gelê me divê hêzek yekgirtî û îttîfaqek hebûya, lê ev nebû. Niha jî bi pêşengiya Jina Êzidî civak hêdî hêdî li ser lingên xwe disekine. Di roja meya îro de civakek ku di fermanek ewqas mezin re derbaz buyî di nava 2 salan de gihiştibe wî astî ku her tiştê xwe bi destê xwe ava bike. Wek hêza xwe ya leşkerî, meclisa xwe ya giştî, meclisa jin a xweser, saziyên xwe yên din jî pêngavek gelek bi nirx û mezine di vê sedsala 21'an de. YJŞ buye pêşenga jinên dewleta Îraqê giştî. Ji ber ku li Başûrê Kurdistanê û giştî Îraqê jin biçûk dihat dîtin. Lê ew sinûrên ji bo jinê hatibûn danîn îro di şexsê YJŞ'ê de tên şikandin. Bi pêşengiya jina Êzidî îro di Şingalê de pêşkeftinên gelek mezin tên çêkirin."
'Heya dilopa xwina xwe ya dawî emê gelê xwe biparêzin'
Viyan ji bo şerê li herêmê hatî kirin jî got: "Di navbera 13'ê Mijdara sala 2015'an de operasiyona berfireh ya rizgarkirina Şingalê bi pêşentiya YJA STAR û YJŞ hat destpêkirin û navenda Şingalê tevî gundên nêzî bajar hatin rizgarkirin. Ji aliyê Geliyê Şilo ve jî pêngava rizgarkirina gundên wî milî jî hat destpêkirin û demek piştra hemleya Midîbanê hat destpêkirin û gelek hevalên YBŞ û YJŞ ê hetanî asta fermandariyê jî hata dilopa xwîna xwe ya dawî şerkirin û bi qehremanî şehîd ketin. Hetanî roja me ya îro jî ev berxwedan berdewam e û em ê hetanî dilopa xwîna xwe ya dawî ji bo gelê xwe tekoşîn bikin.
Ewqas berxwedanî hat meşandin û hevalên me yên YPG, HPG, YBŞ şehîd jî ketin û canê xwe ji bo vî gelî feda kirin. Em jî heta dawiyê li peyî doza waninin ji bo parastina vî gelî û vê axê. Ez weke gerîlayek YJA STAR'ê bang li hemû ciwanên Êzidî dikim ku werin li ser axa xwe ya bi rûmet jiyan bikin û li xwîna şehîdên vê fermanê xwedî derkevin."
(zt)