Civaknas Ozgul Dogan: Destavêtin ne nexweşî pirsgirêke

09:12

Zeynep Durgut/JINHA

COLEMÊRG - Ciwaknasa Navenda Jinê Binevşê Ozgûl Dogan derbarê derxistina zagona xesandina kimyawi de got: "Tindî, tacîz û tecawiz girêdayî hişmendiya deshilatiya mêrane, ne nexweşiyek biyolojike, ji bo wê jî rêyên çareseriyê ew nîne."

Civaknasa Navenda Jinê Binevşê Ozgûl Dogan der barê tundiya li ser jinan û di parlemtoyê de qebûlkirina xesandina kimyayî de nirxandin kir. Ozgûl got ku divê her jin li hemberî tundiya mêr xwe rêxistin bike û wiha axivi; "Li Colemêrgê hînbûna zayendperestiya ciwakî heye, lê ji bo ku jin pêş biçe ev zanebûn kême. Ev jî ji ber hişmendiya eşîr û feodal xwe pêş xistiye ji bo wê zanebûna ciwakî jî paş de maye. Weke her bajaran li vir jî tundiya li ser jinê heye. Em ji bo ku çareserkirinê bi her awayî alîkarî dibin. Dîsa em dikarin bêjin ger li vir jin bixwaze ku di nav ciwakê de rengê xwe her tim aşkere bike û ciwakek zane ji nû ve ava bike. Ji ber ku li vir hêz û zanebûna jinê li gor mêr gelek hêztire. Divê ji bo jinan perwerdehiya civaka zayendperestî bê dayin. Ne tenê ji bo jinan, ji bo mêran û hemû endamê ciwakê pêwîstiyeke."

'Em li taxan mal bi mal digerin'

Ozgûl anî ziman ku ji bo tundiya mêr a li ser jinê xilas bibe wan dest bi xebatan kiriye û wiha domand; "Em niha ji bo hişmendiya mêrane ya tindiyê li ser jinan dike dawîbibe xebat dikin. Em ê li taxan mal bi mal digerîn û pirsgirikên jinan çi ne an jî jin çi dixwazin emê li gorî vê anketekî amade bikîn. Ji bo di aliyê tindiya civakî de hişmendîkirinê em ê bi her awayî alikarî bidin jinan û ji bo wan civînan çêkin. Her jin divê ji xwe bawerbe. Ji ber ku zanebûna jin zanabûna tevahiya cîhanê ye bila her jin li hember tundî û desavêtinê xwe rêxistin bike. Bi xebatên wiha hişmendîkirinê hemû pirsgirêkên civakî tên çareserkirin."

'Destavêtin tacîz û tundî ne nexweşî pirsgirikek ciwaki ye'

Ozgûl bal kişand li ser qebûl kirina xesandinê û got ku ew zagonên ku tên qebûl kirin nikarin çareseriyek mayînde bînin, ji ber ku teşhîs şaş kirine û wiha dom kir; "Yên destavêtinê bikin dê, bi xesandinê bên ceza kirin ev zagon di parlementoyê de haterê kirin. Bi rastî ev biryar tê wê wateyê ku dîsa bi erê kirina vê zagonê mêrê desthilatdar wek hêz dibinîn. Di civakê de jinan weke cinsê duyemîn dibînin, ev pirsgirikek ciwakiye zagonên ku tên qebûlkirin pirsgirikên biyolojikin. Divê di dema derxistina zagonan de pirsgirikên biyolojîk û hişmandiya deshilatiya mêrane ji hevdu cuda bikin. Em teqez destavêtinê, tacîz û tundiya li ser jinê wekî nexweşiyekê nabîbinin, em wek pirsgirikek ciwakî dibînin. Tundî, tacîz û desavêtin bi xesandina kimyewî nayê xilas kirin. Ger bixwazin tundî, desavêtin û tacîzê bi dawî bikin divê di nav pirsgirikên ciwakê de kûr bifikirin û li hember hişmendiya mêr alternatifên hişmendî ava bikin. Ji vê zêdetir bi nêzîkatiyên pirsgirêkên civakî weke nexweşî dîtinê nikarin çareseriyek mayînde bînin."

(zt)