Nazîk Işik: Bi helwesta dijminahiya li dijî jinê ya desthilatdariyê pêşketin nabe

09:16

JINHA

ÎZMÎR-Gerînendeya di rojnameya fermî de cih girt û piştre ket meriyetê û dozên îstîsmarê dihundirîne, hinek xalên wê rastî bertekên jinan hatin. Xalên wekê ji mexdurê durxistin, ligel zarokan neyê girtin erênî hatin dîtin, lê rewşa bi derman an jî bê derman hadim rastî bertekan hatin. Seroka Konseya Bajar a Bakarabaglarê û Komeleya Jiyana Wekhev Nazik Işik li ser gerînendeyê axivî.

Gerînende di 29’ê Tîrmehê de di rojnameya fermî de hat weşandin û xalên wê yên ‘hadimkirinê’ rastî bertekan hatin .Nazli Işikê têkildarî mijarê de got: “Me berê jî bi têgeha tecawizê re pirsgirêk jiyan. Me wek tevgera jinan bi Kanûna Cezaya Tirk ya 2002’an de ket meriyê ev hemû xistinê. Lê îro hîna AKP tiştan li me ferz dikin.”

‘Hinek xal bi pirsgirêkin’

Nazik Işikê wiha got: “di naveroka gerînendeyê de bi taybet ji bo yên ji êrîşa zayendî, îstîsmara zarokan û kesên ne reşît, berpirs gerînende hatiye derxistin. Ji bo berpirsan dermankirin û her wekê din pêk tên. Bê guman ev gerînende bi tevahî ne bi pirsgirêke. Hinek xal bi pirsgirêkin. Li gorî jinên femînîst, kesên di sûcên îstîsmarê de divê di pozîasyonên ku zarokan diparêzin de cih negirin, mînak mamostetiyê nekin û bi zarokên xwe re din ava têkiliyek çawa de ne. Der barê vê de xal hene û erênî ne.”

'Bi vê rê zikare tecawiz ji holê bê rakirin’

Nazîkê bi lêv kir ku di gerînendeyê de pirsgirêk têkildarî dermankirinan de ye. Nazikê wiha got: “Dibêjin dermankirinên psîkoyatrîk û farmokolojîk dikare bêkirin lê behsa dermankirinên bi derman, bê derman dikin. dema wisa bû pirsgirêk çêdibin. Pirsgirêkên gelo bi pêkanîna dermankirinê dawiya tecawizkaran, îstîsmara zarokan bê girtin an na, tîne rojevê.”

Nazîkê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Mêr tecawiz dikin, tecawizê kê dikin. Ez 7 salan di navendek jinan de xebitim. Di bûyeran de min mêrekî ku ji ber sedemên xerabûna kontrola xwe, xerabûna hormonên xwe tecawiz kiriye ndît. Bêguman xerabûnên hormonal yên lîbîdoyê girîngin. Ez jî yek ji jinên ku diparêzin tecawiz ne hatina gel hev organên zayendêye. Me li meclîsê du salan ji bo vê têkoşîn meşand.”

Nazîkê anî ziman ku têgeha tecawizê jî qadeke bi pirsgirêke û got wan berê jî têkildarî têgeha tecawizê de pirsgirêk jiyane û got: “Me ev hemû xistina Qanûna Cezaya Tirk ya di 2002’an de ketiye meriyetê. Lê em îro jî bi tiştên ku muhafazakariya AKP’ê li me ferz kiriye re rû bi rû ne.”

Nazikê got rawestandina Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê jî got tiştek wisa di alî hiqûqî de ne mijara gotinê ye û got ji ber ku OHAL van hemûyan ji holê radike.
Nazîkê di dawiya axaftina xwe de divê têkiliyên hîyerarşîtk yên şîdet, zextên zayendî pêk tînin ji holê rabe û got ji bo vê jî hewcedarî wekheviya zayenda civakî heye.”

(mb-oo/hu)