Leyla Guven: Divê hemû jin ji bo jinên Êzidî bimeşin

09:17

JINHA

AMED - Bi rasthatina 2. salvegera komkujiya Şengalê Hevseroka KCD'ê Leyla Guven banga tevlîbûna çalakiyan li jinan kir û got, "Divê tu kes li hemberî qetlîyamê bêdeng nemîne. Eger îro ev komkujî neyê şermezar kirin sibê komkujiyên wiha bên serê me hemû jinan."

Di 3'ê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê bi armanca dagirkirinê êrîşê bajarê Şenglê kir û komkujiyek mezin pêk anî. Bi rasthatina 2. salvegera komkujiya Şengalê jinên Kurd dê bi çalakiyên cur be cur komkujiyê şermezar bikin. Têkîldarê çalakiyên ku pêk werin Hevseroka KCD'ê Leyla Guven agahî da. Leylayê di destpêka axaftina xwe de 74. fermana ku li hember gelê Êzidî pêk hatî bi bîr xist û wiha got, "Dema ku em li dîroka êzidiyan dinêrin ev qetliyam ne ya yekem e. Hember gelê êzdî 74 ferman pêk hatî. Di sadsala 21'an de jî çeteyên DAIŞ'ê li Rojhilata Navîn wek kabûsan ket nava civakê. Di komkujiyan de herî zêde jin bûn maxdûr. Ji ber vê yekê jinên êzidî daxwaz kirin ku komkujiya 3'ê Tebaxê, di fermiyetê de bê pejrandin. Em jî wek KCD'ê li ser vê daxwazê ketin nav hewldanan."

Leylayê li ser xebatên ji bo jinên êzidî jî ev tişt got: "Berî 2 sal bi pêşengiya KCD'ê de ji bo jinên êzidî komusyona jinê hate avakirin. Ev sê sale jî ji bo jinên êzdî xebatên cuda didin meşandin. Disa ji bo komkujiyên li ser jinê hate kirin bikeve rojeva cihanê xebat tên kirin. Lewra dê jin di 3'ê Tebaxê de li hemû bajarên Kurdistan û Tirkiyê li hev kom bibin û çalakiyên cûr be cûr li dar bixin."

'Çalakiya bêdeng dê bê li dar xistin'

Leylayê têkîldarê çalakiyên dê li Amedê bên kirin de jî ev agahî da: "Li Amedê jî dê di 3'ê tebaxê de ji bo jinên dil hatin girtin çalakiya bêdeng bê li dar xistin û piştre bi meşê biçin wergeha ku êzidî lê dimin in. Her wiha li wergehê jî daxuyaniya çapemeniyê bê li dar xistin û name bên şandin."

'Divê kes li hemberî vê qetliyamê bêdeng ne mîne'

Leylayê di dawiyê de jî banga tevlîbûna çalakiyê li tevahî jinan kir û wiha gotina xwe bi dawî kir, "Divê hemû jin tevlî vê çalakiyê bibin û xwedî li nirxên xwe derkevin. Eger îro ev qetilayam neyê şermezar kirin dê sibê qetliyamên wiha bên serê me hemû jinan. Ji ber ku çeteyên DAIŞ'ê zedetir dijminê jinan e. Divê kes li hemberî vê qetliyamê bêdeng ne mîne."

(ho/rc)