Bajarê jinan Nisêbînê jin ava dikin

10:27

JINHA

MÊRDÎN – Piştî ku li Nisêbînê li beşekê qedexera rabû şûnde, Koordînasyona Jinan a Nisêbînê hat navçeyê û ji bo piştevaniya bi gelê Nisêbînê re plansaziya xebatê derxistn. Seroka Daîareya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezina Mêrdînê Mekiye Guzel ya di çarçoveya plansaziyê de civîn pêk anî û tevlî xebatan bû û doktor Derya Etan ya di komîsyona Tenduristiyê de wê xebatan bimeşînin axivî.

Di xebatên ji nûve avakirina Nisêbînê de wê jin bi awayekî aktîf cih bigirin. Parêzer, psîkolog, saziyên jinan, komîsyonên jinan yên HDP û DBP’ê, xebatkarên tenduristiyê û civaknas wê di Koordînasyona Jinan a Nisêbînê de cih bigirin. Komîsyonê dest bi xebatan kir û destpêkê wê biçin cem jinan û daxwazên wan guhdar bikin.

'Em dikarin ji bo Nisêbînê çi bikin’

Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan a Mêrdînê Mekiye Guzel dem ali Nisêbînê qedexe berdewam dikir li Mêrdînê Koordînasyona Jinan a Nisêbînê hatiye avakirin û got: “Em li ser pirsa em dikarin ji bo Nisêbînê çi bikin, ji bo jinan çi xebat dikarin bên meşandin hatin cem hev. Piştî Nisêbîn vebû me jinên Nisêbînê jî beşdarî koordînasyonê kir û plansazî derxist. Li 6 taxên Nisêbînê yê qedexe 40 hezar kes diman. Divê em xwe bighînin wan. Emê li ser daxwazên wan hîn bikin û li ser vê tevbigerin.”

'Serdanên piştevaniyê’

Mekiyeyê got li Nisêbînê xaniyê kirê tine û çend malbat li xaniyekî dimînin û got: “Kesên vedigerin Nisêbînê cihê wan tine. Emê ji bo vê xebatan bimeşînin. Niha 6 tax bi têlan hatine dorpêçkirin. Emê li 9 taxan bi malbatan re bin. Emê mal bi mal bigerin. Emê rojê bi 30-40 jinî bikevin taxan. Serdanên destpêkê yên piştevaniyê bin. Piştre emê forman tije bikin.”

'Bi berxwedanê gelek tişt fêrî me kirin’

Mekiyeyê got Nisêbîn bi rastî jî li ser piyane û got ji bo tiştên ku jiyane hîn bikin van ziyaretan pêk tînin û got: “Gelê Nisêbînê moral da me. Şerê di nav de hîs dikin, lê ji bo erênîbûnê berxwe didin. Ez bang li psîkolog û civaknasan dikim. Bila bên Nisêbînê. Dikarin xebata zarokan bimeşînin.”


'Emê hewzê ava bikin’

Doktor Derya Etan jî ku di Komîsyona Tenduristiya Koordînasyona Jinan a Nisêbînê de cih digire wiha got: “Destpêkê wê saziyê îdarî yên bajar bi Midûriyeta tenduristî û walitiyê re bikevin têkiliyê û agahiyê parveb ikin. Di xizmetên tenduristiyên yên asta duyem wê agahiyan berhev bikin û xebatan bimeşînin. Beriya qedexe rab eme daxwaz ji midûriyeta tenduristiyê û walitiyê xwest ku hekîm û xebatkarên tenduristiyê bên atayînin. Em wek Odeya Tabîban a Mêrdînê, wek SES’ê dikairn hewzekî ava bikin.

Deryayê da zanîn li cihên ku şer û koçberî hebe hawirên tenduristiyê jî xera dibin û got: “Piştî vegerê mirov bi pirsgirêkên cidî yên starbûnê re rû bir û man. Li Nisêbînê xanî tine, stargeh tine. Çend malbat di xaniyekî de dimînin. Ji hev re dibin destek. Li 6 taxan welatiyên xaniyên wan hatine hilweşandin, xesar dîtine, pirgsirêka starbûnê wê bijîn. Ev rewş ji bo tenduristiyê jî pirsgirêke. Li hawirên qerebalix de nexweşî belav dibin. Her cureyê pirsgirêkên tenduristiyê dertên holê. Di bikaranîna tuwaletê de pirsgirêkên cidî dertên. Pirsgirêkên jinan yên cuda ava dibin.

Deryayê got bi agahiyên KJA û Polîtîkayên Jinan a Şaredariyê re pirsên tenduristiyê xistine formê û got bi vê jinê ducanî û zarok ji ber çûne wê tespît bikin û wê hemû agahiyan heftane wek rapor bidin Odeya Tabîban a Mêrdînê û SES’ê. Deryayê bi lêv kir ku ew wek xebatkarên tenduristiyê çi ji destê wan bê wê bikin.

(ekîp/hu)