'Heta gelê Kurd tecrîdê neşkînê divê li kolanan bin'
10:27
JINHA
AMED - Gelê Amedê ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe 'Nobetê Azadiyê' dan dest pê kirin û nobet berdewam dike. Jinên ku nobetê didin berdewam kirin bang li hemû jinan kirin û gotin: "Azadiya Gelê me azadiya me ye. Heta tecrîd neyê şikandin em ê li kolanan di nobetê de bin."
Gumanên ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dikin û gelê Kurd diyar kir ku daxuyaniyên rayêdarên tirk baweriye nadin wan. Nobeta ku li Parqa Koşuyolê destpêkirî di roja 10'an wê li Parqa Rojava berdewam bike. Emîne Ekîn got ku daxuyaniyên rayêdarên dewletê tu tişt îfadê nakin û wiha berdewam kir: "Bila bi lez heyetek biçê Îmraliyê. Heya em gelê Kurd ji Îmraliyê agahî negirin em ê nobeta xwe ya azadiyê bi dawî nekin. "
'Em wek ciwanan çi hewce be em ê bikin'
Emineyê diyar kir ku heta ew ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan agahî negirin dê bedeng nemîn û eger ev bûyer bê dirêjkirin wê gelê Kurd rabe ser piyan. Emineyê wiha got: " Em wek ciwanan çi bikeve ser mile me, em amadenê pêywira xwe bînin cih. Eger dewleta Tirkiyê naxweze alozî çêbibin bila bi lez bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin. Eger tiştek bê serê Birêz Abdullah Ocalan em tahamûl nakin, bila ev bê zanîn. Ji bo vê jî em dixwazin di demêk kin de hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bên kirin û agahî bên dayîn."
'Sedema aloziyê partiya desthilatdariyê ye’
Emîne axaftina xwe wiha berdewam kir: "Çi li welatê me tê jiyan kirin hemû ji rûyê partiya desthilatdariyê ye." Emînyê bi lêv kir ku ewê li hember van lîstokan li dibistan, kar û li hemû qadan di nava têkoşînê de bin. Emîneyê da zanî ew ji ber polîtîqayên komkujî û tecrîta li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bedeng namînin û wiha dirêjî da axaftinên xwe: "Dibe ku rewşa Birêz Abdullah Ocalah nebaş be.”
'Divê gelê Kurd bibe yek'
Jina bi navê Nebahat Akinci jî got ku bila hemû gelê Kurd ji bo rakirina tecrîtê bibin yek û wiha dom kir: "Birêz Abdullah Ocalan Rêberê gelekiye. Kirinên li Rêbertî bên kirin wek ku li me tê kirin. Eger tiştek bê serê Rêberê me tukes nikarê pêşiya me bigirê. Heya dawî em li pişt Rêberê xwe ne û emê piştgirî bidin. Bila gelê Kurd li hember tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bibin yek. Eger em bibin yek em dikarin tecrîdê bi dawî bikin. Eger Kurd bibin yek tu kes nikarê pêşiya gelê Kurd bigirê.
(mm-ho/dt-hu)