Li 6 gundan 'qedexeyê derketinê' hat îlan kirin

10:28

JINHA

AMED - Rayedarên dewletê li welatiyên 6 gundên navçeya Licê û Hênê yên Amedê ketin û derketina kolanan qedexe kir.

Walîtiya Amedê li 6 gundên navçeya Licê û Henê yên Amedê "Qedexeya derketina kolanan" îlan kir. Walîtiya Amedê di malpera xwe de diyar kir ku li gundên Serenkoy, Dekan, Comalaş û Çeperê yên Lîcê û gundên Uzunlar û Babix yên Hênê derketina kolanan hatiye qedexekirin. Qedexeya ku ji saet 20.00’ê 1'ê Tebaxê dest pê kir heta fermanek duyemîn dê berdewam bike. Hat zanîn ku dê li herêmê operasyona leşkerî pêk bê.

(bc/dt/rc)