Kongreya Star komkujiya Şengalê şermezar kir

12:05

JINHA

TIRBESPIYÊ- Li bajarê Tirbespiyê bi wesîleyê rasthatina 2. salvegera komkujiya Şengalê Kongreya Star daxuyaniyek da.

Kongra Star li bajarê Tirbespiyê a Kantona Cizîrê bi wesîleyê 2. Salvegera komkujiya Şengalê a ku ji aliyê DAÎŞ'ê ve di 3'ê tebaxa sala 2014'an de pêkhatibû, daxuyaniyek da û komkujiyê bi tundî şermezar kir. Di daxuyaniya ku ji aliyê Endama Kongra Star Hediye Şemo ve hate xwendin de, endam û rêveberên Kongra Star ên bajêr jî amede bûn. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "

"Bi boneya 2. Salvegera komkujiya Şengalê, em hemû şehîdên azadiyê di kesayeta şehîdên komkujiya Qamişlo û Şengalê de bibîr tînin. Di 3'yê Tîrmeha 2014'an de gelê Êzidî rastî êrîşeke hovane ya çeteyên DAIŞ'ê hat û bi Fermana 74'an hate binavkirin ku berdewamiya komkujiyên qirkirina wan bû. Hêza ku xwe wek parêzvanên Şengalê bi nav dikirin, di dema êrîşên DAIŞ'ê de dev ji herêmê berdan û gelê sivîl bi hovîtiya DAIŞ'ê re rû bi rû hiştin, vê yekê jî rê li ber kuştin û koçberkirina gelê Şengalê vekir.

Em weke Kongra Star bi tundî xiyaneta hêzên PDK'ê li gelê Şengalê şermezar dikin, di encama vê xiyanetê de gel di roja komkujiyê de bi tenê hiştin û rê li ber çeteyan vekirin ku derbasî Şengalê bibin. Li beramberî vê rûreşiyê, hêzên me yên leheng YPG- YPJ'ê rêya koorîdoreke mirovî ji bo derbasbûna gelê Şengalê ji aliyê Rojava vekir. Bi vê korîdorê bi hezaran gelê Şengalê ji çeteyan rizgar bûn. Li hêla din jî gelê Rojava bi hemû pêkhateyên xwe ve piştgiriyê gelê Şengalê kirin.

Piştî derbasbûna Hêzêna HPG,YJA-Star gelê me yê ku li çiyayên Şengalê man, li wir bi cih bûn. Niha jî gelê me xwe di bin sîwana YBŞ- YJŞ û herwiha di warê siyasî û civakî de birêxistin kiriye. Meclîsa avaker a Şengalê saz bûye. Ev jî nîşan dide ku gelê me li Şengalê bi hişyarî li beramberî xiyanet û komkujiya dijwar tev digere û dê destûr nede ku dubare bi fermaneke wiha fe rû birû bimîne.

Em wek jinên Rojavayê Kurdistanê piştgiriya xwe ji bo xebat û têkoşîna mafdar a gelê Êzidî li Şengalê raber dikin û li ser şopa bi dehan şehîdên li Şengalê, soza bilindkirina têkoşînê didin û faîlên vê komkujiyê, herwiha hêzên wek AKP û PDK'ê ku ji komkujiyê re her cûre derfet amede kirin, bi şîdet û nefret mehkûm dikin. ji gelê xwe yê Êzidî jî dixwazin ku xwedî li çand, ax û hebûna xwe derkevin."

Daxuyanî bi dirûşmeyên 'Şehîd Namirin' bi dawî bû.

(zc/hs/rc)