Rêveberiya Gumrikê 2. Dewreya xwe bi dawî kir

12:20

JINHA

TIRBESPIYÊ- Rêveberiya Gumrikê li Kantona Cizîrê bi Akademiya Zanist û Ramanên Azad re li bajarê Tirbespiyê 2. Dewreya xwe bi dawî kir.

Rêveberiya Gumrikê perwerde ji 27 endamên xwe yên jin û mêr ji tevahî Kantona Cizîrê re di perwerdeyek 20 rojan dabû dest pêkirin. Di perwerdeya ku bidawî bû de waneyên bîrdozî li ser giringiya perwerdê, çand û exlaq, jineolojî, dîroka jin, şaristaniya demokratî û semînerên ser şoreşa Rojava û mafê rewa her wiha li ser kar û xebatên Gumrikê jî wane hatin dayîn. Di merasîma bi dawî kirina perwerdê de Hevseroka Desteya Diravî Remziya Mihemed û endamên rêveberiya gumrikê yên Kantona Cizîrê amade bûn.

Di merasîmê de hevseroka Desteya Diravî ya Kantona Cizîrê Remziya Mihemed wiha axivî, "Em serkeftinê ji tevahî endamên perwerdeyê re dixwazin û hêviya ku her dem di karê xwe de serkeftî bin. Ji bo rêxistinkirina bazirganiyê rola endamên Gumrikê roleke giring e. Rojava û Bakurê Sûriyê di pêvajoyeke nû de ye. Li ser vî bingehî divê hemû endamên saziyan perwerdeyê bibînin."

Piştî axaftinan endamên perwerdeyê soza xwe dan ku li ser bingehê rêgezên Netewa Demokratî û jiyana azad tevbigerin.

(zc/lç/rc)