Li hember komkujiya jinan banga şêwirmendiyê

12:30

JINHA

WAN – Derunasa Navenda Jiyana Jinan Nursel Avci balkişand ser komkujiyên jinan û mirinên jinan ên bi guman ku her roja diçe zêde dibe û diyar kir ku ji bo pêşîgirtina li van rewşan divê di serî de saziyên jinan hemû jin di nava şêwirmendiyê debin.

Li Wana hişmendiya deshilat û pergala feodal xwe lê dide hiskirin, di demên dawî de her diçe komkujî û kuştinên jinan ên bi guman zêde dibin. Herî dawî di 23’ê yê tîrmehê de li Elbaka Wanê Bêrîvan Bayram ji aliyê hevserê xwe Ridvan Bayram ve hat qetilkirin. Derunasa Navenda Jiyana Jinan a girêdayî Serokatiya Daireya Politikayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Nursel Avci da zanîn ku ji bo pêşî li komkujî û kuştinên jinan ên bi guman bigirin xebatên wan hene. Nursel destnîşan kir ku di 6 mehên dawî de li Wan û navçeyên wê 9 jin hatine qetilkirin, ji wan du jin jî ji aliyê hevserê xwe ve hatine qetilkirin. Nursel bilêv kir ku di nava salekê de 32 jinan hewildane xwe bikujin, ji wan jî 28 jinan jiyana xwe jidest dane.

'Ti jinan mirin heq nekiriye'

Nursel di derbarê hevdîtinên bi malbatên jinên bi îdiaya “întiharê” jiyana xwe ji dest dane de ve agahî da: “Li gori hevdîtinên di roja întiharê de me li gel malbatan kirî gotinên weke; ‘Jiyana wan baş derbas dibû, ser sifrê bi ken rabû. Paşê me bi awayek darvekirî dît’ dibêjin.” Nursel anî ziman ku di aliyê civakî û derunî de gelek sedemên întiharê hene û wiha domand: “Di serî de rolên civakiyên jin biçuk dîtinê, bi zorê zewicandin û bi ti awayî tevlî karên civakî nebûnê gelek sedem hene.”

'Jin dibin tindiyê denin'

Nursel diyar kir ku întiharên jinan weke “cînayeta girtî” yan jî “cînayeta serî girtî” binav dikin û wiha pêde çu: “Jin tindiya civakî jiyan dikin. Ji bo wê jî întiharê weke rêya xelasiyê difikirin. Ji bo wê jî li gorî lêkolînên me li ser xeta Wanê kirî tê dîtin ku jin ji hev bandor dibin tiştên wiha dikin. Rewşa jinên zewicî û ne zewicî ji hev cudane. Jinên zewicî ji ber karkeriya demsalê li gel malbatê dimînin, ji bo wê jî hîn zêdetir dikevin sitresê. Di aliyê aborî de jî dikevin zoriyê. Ji bo wê jin xwe dikêşe hindirê xwe dema ku ti deverên parevekirinê nebîne vêcarê întihar dikin.

'Temenê jinên întirhar dikin pirani navbera 15-25 denin'

Nursel di derbarê întiharên li Wanê çêbûne de jî agahiyên di destê xwe de wiha par kir: “Jinên temenê wan di navbera 15-25’an de întihar dikin jimara wan ji sedî 58 e. Ji jinên temenê wan di navbera 20-25’an de întihar dikin jî ji sedî 28, yên temenê wan di navbera 26-30’an de ji sedan 17 ne. Ji van jinan 46 nezewicî, 28 mehra fermî û 14 jî mehra mela yên destgirtî jî ji sedî 11 ne. Em dibêjin divê di saziyên jinan de şêwirmendî zêde bibin, ji bo ku jin bikarin xwe bînin ziman. Ez bang li saziyên jinan û hemû jinan dikim û dibêjim tenê şêwirmendî dikare pêşî li qetilkirinên jinan bigire.”

(zt)