Ji bo veguhestina navend û bajaran şerta referandumê

13:25

JINHA

ENQERE-Di serê salê de di zîrveya ewlehiyê de derket holê Colemêrg û Şirnex bibin navçe û ev biryar bi pêşnûme qanûnê ji meclîsê re hat pêşkêşkirin. Ev rewşa ku îradeya herêmî bê bandor dihêle, ne li gorî Xala 5’emîn ya Şerta Xweseriya Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê ku Tirkiyeyê jî îmze kiriye û parastina rêveberiyên herêmî dike bin taahutê. Di xala 5’emîn de ji bo veguhestina navend û navçeyan, wiha tê gotin: “Têkildarî rêya referandumê de beyî agahiya civakên herêmî nekare guherîn bê kirin.”

Pêşnûmeqanûna têkildarî guherîna navên bajaran pêşkêşî meclîsê hat kirin. Li gorî vê wê Colemêrg û Şirnex ji navendîbûnê bê derxistin. Cizîr û Gever jî bibin navend. Colemêrg wê bi pergala nû re wê navê Colemerîkê bigire. Yê Şirnexê jî wê bibe Nûh.

Serokwezîrê demî Ahmet Davutoglu bi îdiaya ‘xizmeta pêwist nagihêje wir’ ev biryar derxist holê û piştî vê pêşnûme qanûn ji bo meclîsê hat pêşkêşkirin.

Di bin vê biryara AKP’ê de tê xwestin ku Şirnex û Colemêrg bên veguhestin û îradeya herêmî bê hêz bihêlin. Di vê rewşê de tê payîn ku ji bo veguhestin û avakirina binesaziya nû ji bo saziyan 90 roj bên dayîn. Dîsa li gorî vê biryarê 15 sazî û 500 memur wê cih biguherin.

Guherîneke wisa otorîteya îradeya mulkî ya li dijî îradeya herêmî pêk tîne. Veguhestina walîtiyan jî armac dike ku rêvberiyên herêmî bê qesl bike, bê hêz bihêle.

Wê veguherin rantê

Di nokteyek din de jî pêngava guhertina rantê heye. Dema mijar nû hat rojevê manşeta rojnameya Starê ya TOKÎ gazî peywirê kir hat hişê mirovan. Şîrketên înşatê yên nêzî TOKÎ û dewletê dikare gelek avahiyên ji pevçûnan zirar dîtine biguherin rantê û bike qada înşatê.

Şerta Xweseriya Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê

Lê Şerta Xweseriya Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê (ŞXRHE) ku Tirkiyeyê jî îmze kiriye berovajî vê dibêje. Di xala 5’emîn de tê gotin ku divê biçe referandumê û got beriya guhestineke bi vî rengî divê bi civakên herêmî re bişêwirin.

Li gorî vê şertê divê gelê herêmê bê agahdaririn û Tirkiye di vê rewşê de biçe referandumê.

(hu)