Ji bo çavtirsandina welatiyan pêşmergeyan wesayitek xwe şewitandin
13:26
JINHA
ŞENGAL - Wesayîtek leşkeri ya pêşmergeyan li gundê Sinunê yê girêdayî Şengalê duh şewitî. Tê îddîa kirin ku ji bo gel bitirse û 3’ê yê Tebaxê şermezar neke ji aliyê pêşmergeyan ve bi zanebûn hatiye şewitandin. Rojnamevanên ku dixwestin bûyerê bişopînin ji aliyê pêşmergeyan ve hatin asteng kirin û pêşmerge silah li rojnamevana ku dîmen digirt kişand.
Duh li derdora seet 16.00’an li navçeya Sununê ya girêdayî Şengalê qamyonekî tê de cebilxane hebu ya pêşmergeyan şewiti. Bi midaheleya şêniyên Sununî agir zu hat tefandin. Pêşmergeyan nexestin bûyer were bihîstin û rojnamevanên ku buyer di şopandin tehdit kirin û sîleh lêkişandin. Tê îddîa kirin kû ev şewat ji aliyê pêşmergeyan ve ji bo gel tevli şermezarkirina 3’ê yê Tebaxê nebe bizanebûn hatiye kirin.
Ciwanê bi navê Salim Saîdo di derbarê bûyerê de got: “Dema qamyon hatî du pêşmerge di qamyonê de bun. Pêşmerge di xwest ku vê qamyonê bi teqînin û şaş roket xistibun hundirê qamyonê. Pêşmerge agir berdan qemyonê û xwe ji qamyonê avêtin. Em hemû dizanin ku pêşmerge bizanebun agir berdan qamyonê ji bo milet bitirsîne ku tevli meşa şermezarkirina 3’ê yê Tebaxê nebin. Çi dibe bila bibe em ê ji bo 3’ê yê Tebaxê meş bikin û dawa mafê xwe bikin, yê ku xiyanet li me kirî em ê hesab jê bixwazin. Bila tiçarî baweriya milet li pêşmerge neyê. Ji ber ku me dît wan çawa xiyanet li me kir. Di dema agir pêket de roketekî di nav qamyonê de jî teqya. Lê bi mudeheleya şêniyên derdoragir hat tefandin. Hin camên dikanên derdorê jî şikestin.”
(da/zt)