'Jinên berxwedan mezin kirin wê têlan hilweşînin'
13:50
JINHA
MÊRDÎN –Koordînasyona Jinan a Nisêbînê di daxuyaniya ku dan de diyar kirin ku qedexeya li navçeyê berdewam dike û ji bo rakirina dorpêça 6 taxan gotin ‘Jinên berxwedan mezinkirin wê têlan bikişînin’ û bang kirin ku her kes bikeve nava tevgerê.
Koordînasyona Jinan Nisêbînê ku di xebatên avakirina înşatê de cih girtin, ji bo rakirina dorpêça 6 taxên Nisêbînê banga têkoşînê kirin. Koordînasyonê di daxuyaniya nivîskî de wiha got: “Li her erdnîgariya zext hebe berxwedan heye, gel berxwedana xwe diafirîne. Bi salane gel ki dijî zilmkar û serdetan têkoşînê dimeşînin û dîrok ji nûve nivîsine. Îro li Nisêbînê û bajarên din jî dîrok bi berxwedanê tê nivîsin. Ev 5 mehe gel berxwedanek mezin nîşan daye. Sûr, Cizîr, Hezex, Gever û Sîlopiyê jî wek Nisêbînê xwedî li bajarên xwe derketine.”
Di daxuyaniyê hat gotin xwediyên herî mezin yên vê têkoşînê jinên Nisêbînê ne û bi tilîliyên xwe li dijî tankan sekinînin.
Koordînasyonê destnîşan kir kul i 6 taxên hîna qedexe lê ranebûye, kargerî û xaniyên 45 hezar mirovî tên şewitandin û hilweşandin û got: “Polîtîkaya koçberkirinê û bêmirov hiştinê pêk anîne. 9 taxên Nisêbînê hatin vekirin û welatî vegeriyan. Lê 6 taxan qedexe hîna berdewam dike. Beşek welatiyên ji van taxan vegeriyan û di nav şert û mercên zehmet de dijîn. Piranî jî ji ber cihê wan tine hêj venegeriyane.”
‘Em banga mezinkirina piştevaniyê dikin’
Koordînasyonê destnîşan kir ku ew bi jinên Nisêbînê re li her qadê amadekariya ji nûve avakirinê dikin banga mezinkirina kampanyaya Malbata Xwiş-Bira kirin û banga tevlîbûna serdanên malbatan hatin kirin. Her wiha bang li jinan hat kirin ku ji bo rakirina dorpêçê jin dakevin qadan û gotin wê jinên berxwedan mezin kirine wê têlan bişikînin.”
(hu)