Bi pêşengiya YJŞ’ê ji bo bîranîna fermanê merasîma leşkerî
14:05
JINHA
ŞENGAL - Ji bo bîranîna şehîdên fermana 74’an bi pêşengiya YJŞ’ê şervanên Êzîdxanê merasîmek hat li darxist. Di merasîmê de soza tolhildana hemu şehîdên fermanan hat dayîn.
Bi buneya bîranîna hemû şehîdên fermana 74’an merasîmekî leşkerî ji aliyê şervanên Êzîdxanê yên YJŞ û YBŞ’ê ve hat li dar xistin. Di Merasima şervanên Êzidîxanê de soza tolhildana şehîdên 74 fermanan hat dayîn. Merasîma leşkeri ya bi pêşengiya YJŞ’ê hat çêkirin de, keçên Êzîdî çek û rextê xwe bersiva herî mezin ya vê fermanê dan. Keçên Êzîdî bi beşdarbûna xwe ya qada leşkeri û bi avakirina artêşa xwe ya xweser YJŞ’ê îro bû tolhildana hemu fermanan. Di 3’ê yê Tebaxê de çeteyên hov êrîşên herî wehşane ser jinên Êzîdî de anî bû. Li hember van êrîşana jinên Êzîdî bi artêşbûnê tedbîrên fermanan digre.
YJŞ wek garantiya jiyana hemu Êzîdxanê parastina axa xwe dike. Şerwanên YJŞ û YBŞ di 13 Mîjdarê de rizgariya Şengalê û bi operasyonên azadkirina gundên Şengalê bû hêviya hemu Êzîdiyan. Şervanên Êzîdxanê di vê merasîma leşkeri de soza tolhildana şehîdên xwe û azadkirina esîrên destê DAIŞ’ê de dan.
(ms-îh/zt)