Li ser wesiyeta Pervînê wê li Amedê bê definkirin
14:20
JINHA
AMED- Endama YPS-JIN’ê pervîn Daşçi (Berjîn Amargî) ku di bodruma hovîtiyê de hat qetilkirin, li ser wesyeta wê îro wê li Amedê bê definkirin.
Cenazeyê endama YPS-JIN’ê Pervîn Daşçi (Berjîn Amargî) ji bo definkirinê anîn Amedê. Cenazeyê Pervînê berê li goristana gel a Şaredariya Mêrdînê hatibû definkirin. Li ser mînaka DNA’yê ya malbata wê dabû, cenaze hat teşîskirin û tevî ku Pervîn bi eslê xwe ji Qereyaziyê bû jî li ser wesyeta wê li goristana Yenîkoy a Amedê wê bê definkirin. Pervînê gotibû yek tayek porê min jî bimîne min li Amedê defin bikin û ev daxwaza wê îşev tê cih.
Cenazeya Pervînê li Uçyola Bismilê bi konvoyê hat pêşwazîkirin. Ji wir jî anîn goristana Yenîkoyê lê polîsê bi wesayîtên zirxî û TOMA’ya sekinîbûn, bû asteng. Gel biç epik û tilîliyan polîs protesto kirin. Gel cenazeya xwe bi dirûşmeya ‘şehîd namirin’ girtin û wê di 18.00’an de bê definkirin.
(hu)