1. Konferansa HPC-JIN destpêkir

14:34

JINHA

RIMÊLAN- 1.Konferansa Hêzên Parastina Civakê yên Jinê li Salona Sandîkeya Karkeran a bajarokê Rimêlan destpêkir.

Li bajarokê Rimêlan ya Kantona Cizîrê bi tevlîbûna 250 delegeyên jin 1. Konferansa Hêzên Parastina Civakê yên Jin (HPC-JIN) dest pêkir. Konferansa ku li salona Sendîkeya Karkeran pêk hatiye de Endamên Meclîsa Damezrîner a Sîstema Ferderaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê Foza El-Yûsiv, şervanên YPJ'ê, Asayîşa Jin, Saziyên Civaka Sivîl û Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk amede bûn.

Konferans piştî deqeyek rêzgirtin û hilbijartina dîwanê bi axaftin ji aliyê Endama Meclisa Damezrêner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê Foza Yûsif axivî ve hat kirin. Fozayê diyar kir ku konferans di rojek dîrokî de pêk hatiye û wiha got, "2.salvegera komkujiya Şengalê sibê ye. Jinên Kurd di vê konferansê de li hember her cure êrîş rêxistinbûnê xwe bi hêz dikin. Me heya vê astê têkoşîn kiriye û li ber xwe daye, em ê wisa bidomînin jî. Em tucarî berxwedana xwe ranawestînin."

Piştî axaftinan perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ser mijara parastinê hatin xwendin, her wiha sineviziyonek li ser xebatên HPC-JIN'ê hate pêşkêşkirin. Piştre rapora salê ya HPC-JIN a Kantona Cizîrê hata xwendin. Her wiha têkîldarê raporê û xebatên xweparastinê gotûbêj berdewam dike.

(rd/hs/rc)