Li Êlihê ji bo mîtînga demokrasiyê bang

15:08

JINHA

ÊLIH – Sazkirina Komîteyê ji bo mitînga ku 7’ê Tebaxê li Êlihê bi dirûşmya ’Li hember darbeyê demokrasiya radîqal’ bang hat kirin.

Dê mitînga li Êlihê di 7’ê de tebaxê li ber Stadyuma bajêr saet di 17.00 dest pê bike û komîteya sazkirinê ji bo ‘Li hember darbeyê demokrasiya radîqal’ banga tevlîbûna mîtîngê kir. Dê mîtîng bi pêşengiya DBP, HDP,KCD û KJA’yê bê kirin û wê Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle, Hevseroka Giştî ya BDP’ê Sebahat Tuncel, ji heyeta Îmraliyê Parlementer Îdris Balukên û parlementer Osman Baydemir beşdarî mitîngê bibin.

Li ser navê sazkirina komîteyê Mehmet Salih Altun daxuyanî da û diyar kir ku dê 7’ê tebaxê di mitînga ‘Li hember darbeyê demokrasiya radîaqal’ ala demokrasiyê, ala xwişk û biratiyê û ala aştiyê hildin. Mehmet: “Em ê xwîşk û biratiya gelan qîr bikin. Em ê liser navê biratî û aştiyê li mitînga Êlihê bigihîjin hev. Em hemû gelê xwe û partiyên siyasî jî vedixwînin mitînga 7’ê tebaxê.

(za/dt-hu)