Akademiya Şehîd Xebat perwerdeya şervanan bidawî kir
15:11
JINHA
TIL BIRAK- Akademiya Şehîd Xebat a Til Birak perwerdeya 25 şervanên YPJ'ê û 65 şervanên YPG bi merasîmeke leşkerî bi dawî kir.
Li bajarê Til Birak ya Kantona Cizîrê Akademiya Şehîd Xebat a perwerdeya leşkerî, dewreyeke din a şervanên YPG/YPJ’ê bi dawî dawî kir. Akademiya Şehîd Xebat perwerdeya 25 şervanên YPJ'ê û 65 şervanên YPG'ê bi navê "Şehîd Nûjîn" ku 45 rojan dewam kir, bi merasîmeke leşkerî bidawî kir. Di perwerdeyê de waneyên bîrdozî û pratîkî hatin dayîn. Di merasîma bidawîkirina perwerdeyê de, fermandarên YPJ'ê Nûjîn Dêrik û Hêlîn Qamişlo, fermandarê YPG'ê Umût Qamişlo jî amade bûn.
Fermandara YPJ'ê Nûjîn Qamişlo di merasîmê de wiha got: "Bi fikir û felsefeya Rêber Apo dengvedana YPG û YPJ'ê di tevahî cîhanê de çêbû, hemû destkeftiyên ku hatine bidestxistin jî bi saya têkoşîna şervanên azadiyê û şehîdên nemir e. Divê em jî li gorî wê serkeftinên mezin bidest bixin. Parastina welat jî erkê me ye, divê em bi ruhê şoreşgerî gel û xaka xwe biparêzin."
Piştî axaftinê şervanan soza xwe dan û bi gerandina govendê dawî li merasîma xwe anîn.
(zc/hs/rc)