35 girtiyên jin ji Bakirkoyê surgûnî Sîlîvriyê kirin
15:26
JINHA
STENBOL- Girtiyên jin yên DHKP- C’ê ku li Girtîgeha Jinan a Tîpa L ya Bakirkoyê dimînin, ji ber astengkirina hevdîtina bi malbatan re tê astêng kirin protestokirin û dan ber agir, hat zanîn ku nivê şêvê sirgûnû Hejmara 9 a li Silîvriyê hatine kirin.
Girtiyên DHKP- C’ê ku li Girtîgiha Tîpa L ya Bakirkoyê diman ji bo hevdîtina malbatê dihat astengkirin şêvê din êvarî koxuşên C9 û C10 dan ber agir û malbatên 35 girtiyên ku li ber deriyê girtîgihê diman agahî ji zarokên xwe nedigirtin hat zanîn ku girtî nivê şêvê sirgûnî girtîgiha Silîvri ya No 9’an hatine kirin.
Rêvebirê Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan (TAYAD) Fahrettîn Keskîn diyar kir ku şêvê din êvarî li pêy hev rîng ji nava girtîgihê derketin û berê sibehê polîsên li ber deriyê girtîgehê disekinîn ji malbatan re gotin ku 35 girtî sirgûn bûnê. Fahrettîn bi lêv kir ku malbat ji bo zarokên xwe bi gumanin û malbat dixwazin rewşa zarokên xwe tenduristiya girtiyan fêrbibin. Hat zanîn ku girtî sirgûnî Girtîgiha No 9 ya Silivriyê bûnê.
(dt-hu)