Bi hezaran ji gelê Efrînê azadiya Ocalan xwestin
15:46
JINHA
EFRÎN-Bi hezaran ji niştecihên Kantona Efrînê bi daxwaziya azadiya Ocalan daketin qadan û bi dûruşmeyên xwe tecrîda Îmraliyê şermezar kirin.
Gelê Efrînê bi dûruşmeya ‘Azadiya Rêber Apo gihîştina aştiya Cîhanê ye’ çalakiyeke girseyî pêk anîn. Bi hezaran ji ciwan, zarok û zilaman bi rakirina alên TEV-DEM, Kongreya Star û posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meşiyan. Meşa ku li navenda bajêr kom bûn, berê xwe dan çerxerêya Newroz û ji wir jî berê xwe dan kolanên bajêr û meşa xwe li Qada 19’ê Tîrmehê bi dawî kirin.
Di meşê de pankartên ‘Hûn destên xwe bidin porek ji serê Rêber Apo, emê bi cîhanê zimanê şer nîşan bidin’, ‘Tecrîda Rêber Apo Tecrîda gelê Kurd e’ û ‘Jin tucar têkoşîna xwe ber nade, heya ku azadiya Rêber Apo bi dest bixîne’, hate hilgirtin û bênavber çepik û dûruşme hatin qêrîn.
Piştî meşê gel li qada 19’ê Tîrmehê sekinî û bi deqîqeyekê ji bo cangoriyên şoreşê rêz girt. Hevseroka Meclîsa Rêveber Hêvî Mistefa li wir axivî û got “Gelê Kantona Efrînê di di nav seferberiyê de çalakiyên xwe ji bo dawîkirina tecrîdê dewam bike. Em banga Azadiya Rêber Apo dikin heya ku bigihîjin vê armancê”.
Hêvî di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku emê li beramberî tecrîdê bêdeng nemînin. Rêber Apo kedeke mezin ji bo azadiya jinê daye û ji ber vê sedemê em jin jî heya dawiyê li cem rêberê xwe ne.”
Paşê endamê Rêveberiya Hêza Parastina Cewherî Firat Merdê jî axivî û tecrîda li ser Ocalan bi zimaneke hişk şermezar kir û îşare pê kir ku salek û 3’ê meh bi ser tecîrda şidandî û bêagahîbûn ya li Îmraliyê dibore. Di vê rewşê de dewleta Tirkiyê û dewletên Navnetewî berpirsin. Em daxwaz dikin demildest tecrîd were rakirin. Ji bo vê jî dê têkoşîna me li her derê hebe.
Di dawiyê de peyama Partiya Demokratî Kurdên Sûriyê û Partiya Yekîtiya Demokratên Sûriyê hate xwendin. Di peyaman de nerazîbûna li beramberî vê tecrîdê hate ziman û hate xwestin ku dawî li vê rewşê were kirin û tecrîd Ocalan wek tecrîda demokrasiyê û nêrîna azad bi nav kirin.
Di dawiya xwepêşandanê de dûruşmeyên ‘Bijî Rêber Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ hate gotin.
(fr/lç/rc)