Kordînasyona Kongreya Star: Jinên Êzidî bi vîna xwe komkujî têkbirin
16:14
JINHA
QAMIŞLO- Kordînasyona Kongreya Star bi boneya 2. salvegera komkujiya Şengalê, daxuyaniyek nivîskî weşand. Li bajarê Til Temir jî bi heman mebestê jinan li ber navenda xwe komkujiya Şengalê şermezar kirin.
Koordînasyona Kongreya Star bi wesîleya 2.salveger komkujiya Şengalê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê Kongreya Star de wiha hat gotin, "Em wek Kongra Star 2. salvegera dagirkirina Şingalê û qirkirina Kurdên Êzidî bi destên çeteyên DAIŞ'ê û hevkarên wî bi dijwarî şermezar dikin. Di 3'ê Tebaxa 2014'an de, çeteyên hov û dijminê mirovahiyê êrîşî Şengalê kirin. Wek tê zanîn Şengal ji bo mirovahî û bi taybetî ji bo Kurdên Êzidî cihekî pîroz e. Di van êrîşên hovane de bi taybet qirkirina jinên Êzidî hatibû hedefkirin.
Parvekirina Rojhilata Navîn û bi taybetî parçekirina Kurdistanê tenê ne bi destê hêzên desthilatdarên herêmê pêş dikeve, her wiha ev politikayên hêzên emperyalîst ên navneteweyî ne. Êrîşa çeteyên DAIŞ'ê li hember çanda dayiksalariyê, careke din hevbeşbûna van desthilatdaran nîşan dide. Her pergala desthilatdar dixwaze modeleke jinê ya li gor xwe biafirîne. Di van modelan de, xalên hevbeş ev in: Divê jin lewaz be, ne serbixwe be û herdem di bin siya mêr de bimîne.
Gelê Kurd û bi taybet Kurdên Ezidî bi hêzaran sal, hem bi qirkirineke fizîkî hem jî çandî re rû bi rû mane. Li hemberî van qirkirinên çandî, jinan çand û zimanê kurdî parastine. Çeteyên hovane, tenê ne jinên Kurdên Ezidî, her wiha jinên Şîî yên Turkmenan jî direvînin û tecawiz dikin. Li gel hemî êrîş û bê derfetiyê jî hinek Kurdên Êzidî ji Şingal ê derneketin û xwe parastin û hinek jî hêdî hêdî vedigerin cih û warê xwe. Cihê şanaziyê ye ku îro Kurdên Êzîdî xwe li Şingalê bi rêxistin dikin, dem û dezgehên xwe ava dikin. Ji hemîyê giringtir ewe ku hêzên xwe yên parastinê jî avadikin û berxwe didin. Ev tê wateya ku Kurdên Êzîdî li Şingalê, wê xwe biparêzin û qedera xwe bi xwe tayîn bikin."
Di dawiyê daxuyaniyê de jî wiha hat gotin, "Di komkujiya Şengalê de, xemsarî û îhmala hinek hêzên Kurdistanî heye, pratîka hinek berpirsyaran jî raste rast tewan e. Divê ji wan hesab were pirsîn. Herwiha hêzên naventewî jî bi xemsariyek mezin li vê rewşa drametîk ya Şingalê temaşe kirin û heta niha jî weke tê xwestin helwestekî xurt negirtine. Divê raya giştî ya cîhanê, hêzên navneteweyî saziyên wek Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropa, di parastina Şingalê de, di parastina civaka Êzidî de xemsar tevnegerin û destekê bidin. Em car din dagirkirina Şingalê û qirkirina Kurdên Êzidî bi dijwarî şermezar dikin. Em bang li hemî hêzên Kurdistanî, gelê Kurdistanê dikin ku destekê bidin gelê me yê Êzidî û têkoşîna li Şingalê."
Li bajarê Til Tiltemir jî rêxistinên sivîl û saziyên jinan daxuyaniyek dan. û komkujiya Şengalê bi tundî şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hate xwestin ku jinên Kurd li dijî her cure êrîşan di nav rêxistinbûn û hişyariya parastina rewa de tevbigerin.
(en/rc)