Li Şengalê meşa Ciwanên Êzidîxan destpêkir
16:29
JINHA
ŞENGAL- Ciwanên Êzidîxanê bi pêşengiya jinên ciwan ji bo şermezar kirina Fermana 3'ê Tebaxê meşek dan despê kirin.
Li Şengalê Ciwanên Êzidîxan bi pêşengiya jinên ciwan bi armanca şermezar kirina komkujiya Şengalê meş dan destpêkirin. Meşa ku ji aliye ciwanên Kampa Newroz û ciwanên çiyayê Şengalê ve hat organize kirin ji navçeya Xanesorê (Nehya) dest pêkir û ber bi Sununê ve dewam dike. Meşa ciwanan îro seat 3'an de li navçeya Xanesorê dest pêkir. Ciwanan pankartên "Kes nikare roja me tarî bike", "Ciwanên bi fikir û ramanê Rêber Apo dibin bersiva fermanan" hildan.
Ciwanên Êzidîxan piştî gihêştin Sununê dê li baxçeyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyanî bidin çapemeniyê.
(kom/rc)