Komîta Rizgarkirina Dîlgirtiyan: 247 jin û zarokên Êzidî hatin rizgar kirin
16:50
JINHA
ŞENGAL - Komîta Rizgarkirina Dîlgirtiyên di destê DAIŞ'ê de bi daxuyaniyek diyar kir ku hêzên YBŞ-YJŞ û YPJ/YPG'ê di nava salek de 247 jin û zarok ji destê DAIŞ'ê rizgar kirine.
Li Şengalê Komîta Rizgarkirina Dîlgirtiyên di destê DAIŞ'ê de têkîldarê xebatê rizgarkirinê de agahî da. Komîteyê diyar kir ku hêzên YBŞ-YJŞ û YPJ/YPG'ê di nava salek de 247 jin û zarok ji destê DAIŞ'ê rizgar kirine. Di daxuyaniyê de hat ziman ku jin û zarokên dîlgirtî bi rêbazên ji hev cuda hatine rizgar kirin û wiha hat gotin, "Di 3'ê Tebaxa 2014'an de li Şengalê wehşetekî wek çaxên navîn ku herkes digot di rûpelên dîrokê de mane hat jiyan kirin.
Di sedsala 21. de êş û azara gelê me dît wek rureşiya tevahî mirovahiyê bû. Ji ber ku li hember bûyerên li vir hat jiyan kirin û kesên ku van êşan dan jiyan kirin herkes bêdeng ma. Lê hatina hêzên YPJ/YPG, HPG û YJA Starê ya heremê re pêşya jenosîtê hat girtin. Ger ev hêz nehatibana dibe ku li Şengalê Êzidiyek jî nema ba. Ku em dizanin planên li heremê de hatibû kirin jî ew bû. Di encama van planên qirêj de bi hezaran jin û zarokên Êzidî dîl ketin destê DAIŞ'ê. Bi hezaran mirovên me hatin şehît xistin. Piştî fermanê ji bo rizgar kirina dîlgirtiyan gelek kesên xêrxwaz û bi taybet YPJ/YPG û YJŞ-YBŞ xebatên pir bi nirx dan meşandin û hin jî didomîn in.
Encama xebat û hewildanên YPG û YBŞ de di nav salekî de 247 kes hatin rizgar kirin. Di rizgar kirina dîlgirtiyan de gelek kesên xêrxas jiyana xwe xist xeteriyê de ji bo tenê ev êşa miletê me kêm bibe. Di vê derbarê de bi taybet Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku ji bo rizgar kirina dîlgirtiyên destê DAIŞ'ê de van demên dawî gelek hewildanê wan hene em spasiya xwe dikin. Cardin YPG û YPJ'ê ku ji roja reş heye îro ticar gelê me tenê nehiştin û her tim pişgiriya miletê me kirin em spas dikin. Kesên ku ji aliyê YPG, YBŞ û YJŞ'ê ve tên rizgarkirin bi alikariya komîteya me radestî malbatê wan tê kirin. Dervayî van kesên ku hatine rizgar kirin jî gelek jin û zarok bi derfetên xwe ji destê çeteyan derevin û rizgar dibin jî hene. Xebat û hewildanên me yên ku rizgar kirina êsîrên destê DAIŞ'ê de wê bidomin. Em cardin bi vesila salvegera 2. ya fermana 74 an hemû şehîdên fermanan bibîrtînin û soza azadkirina girtiyên destê DAIŞ'ê nû dikin."
(kom/rc)